‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan 2023-10-23 11:48:45 STENBOL - Lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ya ŞanoWanê dê di navbera 28 û 31’ê cotmehê de dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan.  ŞanoWan a li Wanê xebatên çand û hunerê dimeşîne, xwe amade dike ku bi lîstika xwe ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan. Lîstika ku 8 lîstikvan dilîzin, dê di navbera 28 û 31 cotmehê de li çend cihên cuda yên li Stenbolê saet di 20.00’an de were lîstin.   Bernameya ŞanoWanê wiha ye:    * 28’ê cotmehê: Navenda Çandê ya Cemal Sureyya Ataşehîr   * 30’ê cotmehê: Navenda Çandê ya Bariş Manço Avcilar   * 31’ê cotmehê: Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet