Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand 2023-10-23 09:06:44 MEREŞ - Şêniyên gundê Şîvon ê navçeya Bazarcixê anîn ziman ku ji ber kana keviran a li gundê wan bi salane dixebite çandinî û sewalkarî ku yekane çavkaniya debara wan hatiyê aste qedandinê û xwestin kana keviran bê rakirin.    Kana keviran a ku 22 sal in li gundê Şivon a navçeya Bazarcix a Mereşê dixebite debara gundiyan aniye asta qedandinê. Gundê Şivon ku ji 40 mal û 120 kesan pêk tê ji ber toz û dûmana ji kana keviran belav dibe, nikare sewalkarî û çandiniyê bike. Her wiha ji ber xebatên kana keviran ekolojiya herêmê jî hatiyê xerakirin. Şîrketa Madenê ya Eşkîler ku li qada daristanê ya bi qasî kîlometreyek dûrî gund kar dike, beşeke mezin a qada daristanê ya herêmê werankiriyê. Ji ber teqîna bi dînamîtê ya kana keviran xaniyên gundiyan jî zirarê dibînin. Çandinî û sewalkarî ku yekane çavkaniya debarê ya şeniyên gund e, ji ber ku toz û dûman a kana keviran li derdorê belav dibe çandinî jî li gund nabe û sewal jî bi nexweşiyan dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Şêniyên gund yên ku ji bo kana keviran ji gundê wan bê derxistin serî li dozgeriyê dan, ji hewldanên xwe nekarîn tu encamekê bi dest bixin. Şêniyên gund diyar kirin ku ew li qadên xwe yên jiyanê kana keviran naxwazin û xesara ku kana keviran daye gundê wan vegotin.      Keyayê gund Yûnûs Çûçan (41) diyar kir ku toz û dûman a ji kana keviran belav dibe zerareke mezin daye darên fêkî û zeviyên çandiniyê û got ku gelek şêniyên gund ji ber kana keviran neçar manê ku koçber bibin. Çûçan anî ziman ku ji ber dînamîtan gelek xanî xera bûne û wiha got: “Sedema zerara gihiştiye xaniyan ne erdhej e, dînamît in. Ev şikestin beriya erdhejê hebûn. Tevî ku me gelek caran ji bo rakirina kana keviran serlêdan kir jî tu encam bi dest nexist. Ewrê tozê bi pelên daran ve girêdide û dema heywanên me pelên wan daran dixwin jehrî dibin û dimirin. Heywaneke min jî bi vî awayî mir. Dibe ku heta niha bi sedan sewal bi vî rengî miribin.”   'KANA KEVIRAN ZIRARÊ DIDE TENDURISTIYA MIROVAN'   Bi domdarî Çûçan, bi lêv kir ku ewrê toza ku ji kanê derketiye zerareke mezin daye tenduristiya mirovan û wiha pê dê çû: “Li gel nexweşiyên behnê, gelek jin jî beriya demekê zarok anîn dinyayê. Yek jî ji wan jinan hevjina min bû. Dema ku me sedema nexweşiyên bêhnê ji bijîşk pirsî, got ku îhtîmalek mezin gubreya dînamîtê bûye sedem. Her wiha çandinî û sewalkarî ji ber kanê hema bêje qediyaye. Niha ji sedî 90'ê gund bi çandiniya fistiqan debara xwe dikin. Lê toz û dûmana kana keviran zerareke mezin dide fistikan. Pelên fistikan hertim di nav tozê de dimînin û mezin nabin zû hişk dibin. Divê ev kana keviran ji vir bê rakirin. Heke kana keviran neyê rakirin li vir jiyan namîne. Em ji rayedaran dixwazin ku tiştê pêwîst bikin”   'KANA KEVIRAN DEBARA ME QEDAND'   Yek ji şeniyê gund Şukru Atmalioglû (26) jî destnîşan kir ku ji ber kana keviran debar li gundê wan nemaye û wiha got: “Yekane çavkaniya debara me çandinî û sewalkarî ye. Lê ji ber xebatên kana keviran ne çandinî ne jî sewalkarî li gund nabe. Li ser erdên me yên çandiniyê û darên me yên fêkiyan toz û dûman çêdibe, ev toz û dûman jî daran hişk dike. Sewalên me jî ji ber wan pelên di nava tozê de mane dixwin nexweş dibin û jiyana xwe ji dest didin. Her wiha ji ber ku kana keviran ev der tev kolandine em nikarin sewalên xwe jî li van deran biçerînin û neçar dimînin ku bibin cihên dûr. Berê kûrahî pir hindik bû, lê qadên ku ji hêla kanê ve hatine kolan gav bi gav mezin dibin. Cihên ku hatine kolandin ji bo sewalan jî metirsiyeke mezin e. Hema çend caran bizinên me ketin xwarê. Heta niha 8 bizinên me nexweş ketine û mirine.”   'AN EM Ê BIÇIN AN EW Ê BIÇIN'   Atmalioglû, bal kişand ku ew bi fikar in ku malên wan ên ku di erdhejê de ne hilweşiyane, ji ber teqemeniyên ku bi dînamîtan di kana keviran de pêk tên hilweşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya erdhejê malên me derizî bûn. Malên me di erdhejê de zerar nedîtin lê kana keviran heta niha zerarek mezin daye xaniyên me. Em dixwazin ev kana keviran bê rakirin. Heke ev kana li vir neyê rakirin wê tu kes li vir nemîne. An em ê biçin an ew ê biçin. Hema bêje di nava gund de kar dikin. Çend caran rêyedarên dewletê jî hatin li gund lê tu tiştek nekirin.”   MA / Mahmût Altintaş