ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN 2023-10-23 09:00:25   * Welatiyên di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê bê rakirin.    * Li Amedê welatiyan destnîşan kirin ku “dûrûtiye” li dijî êrişên Filistînê bê derketin û li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng bimînin.    * Rojnamevan û nivîskar Ercument Akdenîz diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di şerê Îsraîl-Fîlîstînê de ji bo her du aliyan rola navbeynkariyê dike lê di rastiyê de bi NATO’yê re tevdigere wiha got: “Heke hûn ê pirsgirêkên neteweyî çareser bikin, divê hûn pirsgirêka kurd jî bibînin."   * Berhevkar û nivîskar Hîlmî Akyol ku heta niha 134 pirtûk amade kirine, destnîşan kir ku ziman û çanda kurdî gelekî xurt e, lê kurd ketine pey çanda tirk û ewropiyan û çanda xwe ya evqas dewlemend berhev û tomar nakin.   * Şêniyên gundê Şîvon ê navçeya Bazarcixê anîn ziman ku ji ber kana keviran a li gundê wan bi salane dixebite çandinî û sewalkarî ku yekane çavkaniya debara wan hatiyê aste qedandinê û xwestin kana keviran bê rakirin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê dê di serokatiya hevserokên xwe yên giştî de li Navenda Giştî ya HDP’ê bicive. (10.30)   * Danişîna doza xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram ê bi hinceta xebatên pîşeyî tê darizandin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê lidarxistin. (12.00)   * Danişîna 7’emîn a doza cerdevan Ramazan Babat ê li bajaroka Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê îstîsmara zayendî li S.G.’ya 16 salî kir, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (13.30)