Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da 2023-10-22 23:57:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqîna li Qamişloyê rû dabû, daxuyanî da û ragihand ku di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û mêrek birîndar bûye. Îro saet derdora 15:00′an de, li nêzî Çerxeriya Quwetlî li ser rêya Kornîş a bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wesayîtekê de teqîn çêbû. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek weşand û wiha got: “′Îro (22′yê cotmehê) piştî nîvro li bajarê Qamişlo di wesayîtekê (Hyundai Jeep) de teqîn çêbû. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Hêzên me li derdora cihê teqînê dorpêçeke ewlehiyê pêk anîn û ji bo jiyana welatiyan biparêzin ew dûrî wir xistin. Piştî vemirandina agirê seyareyê hat dîtin ku hîn mayînek tê de ye û neteqiyaye, di cih de hêzên me yên pispor ew mayîn vekirin. Hêzên me lêpirsînek berfireh dan destpêkirin, da ku kesên bûne sedema vê teqînê bigirin û li pêşberî edaletê bên dadgehkirin.”