DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye 2023-10-22 19:35:02 SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya pê re serdana Îzzettîn Sevîlgen ê piştî 31 salan hate berdan kirin. Sevîlgen, diyar kir ku ji kevneşopiyeke berxwedêr tên û anî ziman ku di dawiya rê de serkeftin heye. Girtî Îzzettîn Sevîlgen ku berdana wî 4 caran ji ber “lêferzkirina poşmantiyê” hatibû taloqkirin, piştî 31 salan di 19’ê cotmehê de ji girtîgehê hatibû berdan. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û DBP’ê yên Sêrt û Wanê di nav de komeke qelebalix li Sêrtê çûn serdana Îzzettîn Sevîlgen. ‘DI DAWIYA RÊ DE SERKEFTIN HEYE’ Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di serdanê de axivî, wiha got: “Mirov dema rêhevalên xwe yên li zindanan li ber xwe didin li derve dibînin keyfxweş dike. Li mirovan hesta berxwedanê zêde dike. Heta ku temamê hevalên me yên li girtîgehê li ber xwe didin bên berdan em ê li ber xwe bidin. Em li derve û hundir têkoşînê mezin bikin.” Îzzettîn Sevîlgen jî diyar kir ku silavên hevalên li girtîgehê li ber xwe didin hene û wiha got: “Em di rêyeke dirêj û kûr de ne. Di dawiya vê rêyê de serkeftin heye. Em ê bi ruhê xwe yê berxwedêr û bibawer serbikevin. Em ji kevneşopiyeke li ber xwe didin tên. Em baş in. Em ê baştir bibin.”