Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin 2023-10-22 11:17:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê ya Eyn Esadê ya li Enbarê bi 3 moşekan êriş hate kirin.    Êrişên li dijî baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê berdewam in. Baregeha leşkerî ya Eyn Esadê ya Amerîkayê ya li Enbarê bi 3 moşekan hedef hate girtin. Têkildarî encamên êrişê tu agahî nehatin bidestxistin.    Çendek roj berê jî heman baregeh bi SÎHA’yan hedef hatibû girtin. Pantagonê di daxuyaniya têkildarî êrişê gotibû ku xebatkarekî sivîl ê hêzên koalîsyonê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.