Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye 2023-10-22 09:03:33   MEREŞ - Di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye yek dil e" de ji bo mexdûrên erdhejê 115 milyar û 146 milyon û 528 hezar lîre alîkarî hatin berhevkirin. Mexdûrên erdhejê jî diyar kirin ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û anîn ziman ku haya wan ji pereyên ji bo wan hatine komkirin tune ye.   Di 6’ê sibatê de navenda wan Mereş du erdhejên dijwar çêbûn û bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Li gorî daneyên fermî 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de bi sed hezaran xanî hilweşiyan, ji bo bi hezaran avahiyan jî biryara hilweşandina bilez hat dayîn. Gelek mexdûrên erdhejê yên ku piştî erdhejê di şert û mercên dijwar ên zivistanê de bi rojan li benda alîkariyê bûn, ji ber hewayê sar jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes di bin xirbeyan de ji ber xebatên derengmayî yên lêgerîn û rizgarkirinê jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê yên ku malên xwe winda kirin bi rojan li derve li benda alîkariya konan man lê alîkarî ji mexdurên erdhejê re nehatin û bertekên weke "Dewlet li ku ye" olan dan.     Li bajarên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng hatin kirin, partiyên siyasî, dildar û rêxistinên sivîl ên civakî yekem car hatin alîkariya welatiyan. Dildarên ku bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li xirbeyan kirin ji bo bi cih bûna mexdurên erdhejê bajarên kon ava kirin. Gelê ku tora hevgirtinê ava kir, li herêmên erdhejê seferber bûn û alîkarî gihandin gelek mexdûrên erdhejê. Hin alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatin şandin ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin, xebatên navendên Koordînasyona Krîzê yên ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji bo gihandina alîkariyên mexdurên erdhejê hatin avakirin jî ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin.   115 MILYAR LI KU NE?   Di dema ku ev geşedan li herêmên erdhejê diqewimîn, di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye yek dil e" de ji bo mexdûrên erdhejê bi weşana hevpar a li kanalên televîzyonê alîkarî hatin komkirin. Di encama kampanyayê de bi giştî 115 milyar û 146 milyon û 528 hezar lîre ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hat berhevkirin. Lê tevî ev qas perê hatin kom kirin jî li gelek deverên weke gund û navçeyan xebatên çêkirina xaniyan nehatine destpêkirin û mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in. Ji bo cihên afetê, Fona Ji nû ve Avakirina Afetê ji aliyê AKP'ê ve pêşkeşî Meclisê hat kirin lê di nav vê fonê de pereyên ku ji bo mexdurên erdhejê hatibûn berhevkirin cih negirt. Li ser vê yekê pirsnîşana 115 milyar li ku ne bû rojev û di gelek malperên çapemeniyan de jî cih girt.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê ye tevî ku 8 meh derbas bûnê jî pêdiviya xaniyan a mexdurên erdhejê nehatinê dabin kirin. Mexdûrên erdhejê yên bi derfetên xwe ji xwe re cih û konteynir çêkirine diyar kirin ku haya wan ji pereyên 'ji bo wan hatine komkirin' nîne û ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin.   'HAYA ME JI PEREYAN TUNE YE'   Yek ji mexdûrên erdhejê Cemal Avlik (66) ku bi hevjîna xwe re di holika ku ji hesin û deriyên ku bi derfetên xwe çekiriyê de dijî, diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan xera bûye û zehmetiyên ku wan bi erdhejê re dîtine vegot. Avlik, da zanîn ku ji dewletê tu alîkarî negirtine û wiha got: “Nêzî 10 rojan em li derve bênan û bêav man. Tenê alîkariya dildaran hat. Me tu alîkarî ji dewletê negirt. Pereyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin çi bûye ez nizanim. Haya me ji pereyan tune ye. Alîkarî ji mexdurên erdhejê re nehatiye kirin. Alîkariya ji derve negihişt mexdûrên erdhejê."    Avlik bal kişand ser nêzîkbûna meha zivistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vir zivistanê pir sar dibe. Ji ber ku lêkolîna erdê hê nehatiyê kirin bi derfetên xwe jî nikarim xaniyek ava bikim. Gotin dewlet dê alîkariyê bike, ji ber vê yekê em li bendê ne. Min ji bo xanî serlêdan kir, lê ez nizanim dê xanî bê çêkirin an na. Heke piştgirîyek ji me re bê kirin divê di zûtirîn demê de ev piştgirî bê dayîn da ku em malên xwe ava bikin.”   'ME ALÎKARÎ NEDÎT'   Sakîne Yaziman (50) ya ku di erdhejê de mala wê hilweşiya, diyar kir ku ew bi kurê xwe û hevserê xwe re di konteynira ku hevalên wê yên li Dîlokê şandine de dimînin û ev tişt gotin: “Me çend caran serlêdana xaniyekê kir lê tu encam derneket. Me tu alîkarî negirt. Me ne pere ne jî alîkarî girt. Heke dewletê alîkariya me bikira me dikarîbû xaniyê xwe ava bikin.”   Meryem (70) ya ku bi hevserê xwe re di xaniyek yek odeyî ku li ber deriyê mala xwe bi derfetên xwe çêkirine de dimînê jî diyar kir ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û wiha pê dê çû: “Piştî erdhejê çend rojan em li derve man. Piştre me bi derfetên xwe ev der ava kir. Ez û hevserê xwe di vê hola ku me bi derfetên xwe çekirinê de dimînin. Kurê min û neviyên min di konteynira din de dimînin. Em zivistana par li vir bûn. Niha zivistan hatiye û em dîsa li vir in. Me tu alîkarî nedît.”   'ME QURÎŞEK PERE NEGIRT'   Îbrahîm Talas (77) ê ku di erdhejê de mala xwe winda kir, diyar kir ku piştî demekê hewşek bi derfetên xwe çêkiriye û niha jî li xaniyekî bi kirê bi cih bûye. Talas wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo xanî çil caran çûm qeymeqamtiya navçeyê lê tiştek derneket. Heta nasekî te li derekê tune be tu tiştekî jî nadin te. Min yek qurîş jî ji hikûmetê wernegirt. Me ji bo xwedîderketina mafan serlêdan kir, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Dibêjin dê xaniyek çêkin lê ne diyar e ka dê xanî çêkin yan na.”   Talas anî ziman ku ji pereyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin qurişekî jî negirtiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez nizanim di destê dewletê de ye yan di destê kê de ye. Lê me qurîşek nedît.”   MA / Mahmût Altintaş