Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn 2023-10-21 13:54:31 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê di çalakiyên xwe yên piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re aqûbeta Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an di bin çavan de hate windakirin pirsî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re vê hefteyê jî domandin. Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin kirin de piştgiriya Dayikên Şemiyê yên ketina wan a Qada Galatasarayê hate astengkirin hat kirin û faîlên kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin hate pirsîn.    ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Fehmî Tosûn (35) ê di 19’ê cotmeha 1995’an de piştî li navçeya Avcilar a Stenbolê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin pirsî.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hatin bahev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de pankartên “Windakirî diyar in, faîl ne diyar in” , “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve’. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku astengkirina dayikên şemiyê li dijî destûra bingehîn e. Gumuş, diyar kir ku Cadeya Îstîklalê û Qada Galatasarayê 28 hefte ne veguheriyê cihê îşkenceyê û anî ziman ku dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û Qada Galatasarayê bernadin.    Gumuş, pişt re çîroka Fehmî Tosûn ê bavê 5 zarokan bû xwend. Piştî xwendina çîrokê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.      WAN   Şaxa ÎHD’a Wanê li avahiya komeleya xwe metna hevpar parve kir. Rêvebera ÎHD’ê Ayten Kiran aqûbeta Fehmî Tosûn ê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hatiye windakirin pirsî.    EDENE   Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî bi daxuyaniya li ber avahiya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya Dayikên Şemiyê kir. Di daxuyaniya ku pankarta “Cihê lêgerîna heqîqet û edaletê Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate vekirin de gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ya hevpar Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş xwend.    MÊRSÎN    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi armanca piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê hate kirin de pankarta “Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne” hate vekirin. Parlamenterên HEDEP’ê Perîhan Koca, Alî Bozan û Kamûran Tanhan, rêxistina HDP’a Mêrsînê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Îsmet Kaplan di hefteya 969’emîn de dosyaya Fehmî Tosûn parve kir. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Bekîr Sitki Keçecî jî bal kişand ser revandina endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlûm Kaya û wiha got: “Me bi revandina endamê Meclisa Ciwanan a nava rojê dît ku ji salên 90’î heta niha tiştek nehatiye guhertin. Ev pêvajoya ji salên 1990’an ve şûna Torosên Spî bi cîpên reş berdewam dike. Berê faîlên van revandinan nehatin dîtin îro jî hêj revandin bi dawî nebûne.”   ENQERE    Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hate daliqandin. Endama Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût a di civînê de axivî wiha got: “Em ê dest ji Qada Galatasarayê ku cihê hevdîtina me ya bi windakiriyên me re ye bernadin.”   ‘QADA GALATASARAYÊ VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ’   Tûrgût, diyar kir ku zexta polîsan a li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê her ku diçe zêde dibe û wiha berdewam kir: “Kesên welat bi rê ve dibin ji daxwaza me ya ‘Bila hezkiriyên me yên di bin çavan de hatine windakirin bên dîtin’ re bi tundiya polîsan a her ku diçe zêde dibe re dibin bersiv. 28 hefte be Qada Galatasarayê û Cadeya Îstîklalê veguherîne qada îşkenceyê.”    RIHA    Şaxa ÎHD’a Rihayê jî bi civîna çapemeniyê ya li avahiya xwe li dar xist ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re bûn piştevan. Li eywana ku civîn lê hate lidarxistin pankarta “Em ê dest ji lêgerîna windakiriyên xwe, Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernedin” hate daliqandin. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal metna çapemeniyê ya hevpar xwend.    DÎLOK    Şaxa ÎHD’a Dîlokê jî bi armanca piştevaniya bi Dayikên/Mirovên şemiyê li Parka Yeşîlsû civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de Hevserokê Şaxê Bahrî Ogûz metna çapemeniyê ya hevpar xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ŞIRNEX   ÎHD'a Şirnexê ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li navçeya Sîlopiyayê li ber Parka Engelsiz Yaşam daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta,”Bila wenda bên dîtîn û faîl hesab bidin” hate vekirin. Rêveberên HEDEP ê navçeya Silopiya, Meclisa Dayikê Aşitiyê û endamên Baroya Şirnexê tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Devran Kara ve hat xwendin.