Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin 2023-10-21 11:59:20     MÊRSÎN - Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlum Kaya diyar kir ku kesên xwe wek polîsan dane nasîn wî revandine û gefa ku wê wî teslîmî DAIŞ’ê bikin lê xwarin e.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mazlum Kaya ji Ajansa Mezopotamya re axivî û diyar kir ku duh kesên ku xwe wek polîsan dane nasîn wî li taxa Çay a navçeya Akdenîza Mêrsînê ve wî revandine û lêdane û gef lê xwarine û sixuriyê lê ferz kirine.    ‘BI ZORÊ LI WESAYÎTÊ SIWAR DIKIN’    Kaya da zanîn ku duh dema ew ji malê li motorsiklêta xwe siwar bûye û ji malê derketiye li derdora taxa Çîlekê erebeyek spî pêşiya wî biriye û got: “Li cihek ku kamera lê nebû pêşiya min birîn. Min derfet nedît ku plakaya wê bigirim. 6-7 kes bûn. Bi zorê min ji motorê daxistin û li wesayîta xwe siwar kirin. Ji bo ez wan nebînim û nas nekim, tîşortê min xistin serê min û serê min xistin nava qolitx. Bi qasî 20 deqîqeyan min bi rê ve birin. Paşê min birin serê çiyayekî, ez bawerim qereqola leşkeran bû, dengê çekan dihat.”    ‘EM Ê TE TESLÎMÎ DAIŞ’Ê BIKIN’    Kaya destnîşan kir ku wan kesên xwe wek polîs dane nasîn bi rê de gef lê xwarine û lêdane û wiha axivî: “Seranserî rê pirsên wek ku ez çima endamên ciwana me û çima beşdarî kongreya ciwanan bûme kirin. Şîfreya telefona min xwest lê min neda wan. Paşê li min dan. Ji min re gotin, ‘ya tişta em ê dibêjin bikî yan jî em ê te bibin teslîm DAIŞ’ê bikin, jixwe em bi wan re hevkariyê dikin’. Paşê gotin ku wê sûcên edlî bixin stûyê min. Sixûriyê li min ferz kirin lê min qebûl nekir. Pere teklîfî min kirin lê min qebûl nekir. Paşê ez çûm nexweşxaneyê min rapor girt û ez ê serî li ÎHD’ê bidim û li gel parêzerê xwe tişta pêwîst çi be em ê derheqê wan kesan de bikin.”    ‘DIXWAZIN PEŞKÊ LI XEBATA ME BIXIN’    Kaya destnîşan kir ku dewlet û polîs û leşkerên xwe dixwazin peşkê li kar û xebatên ciwanan bixin û got ew ê serê xwe li ber zext û zilma polîsan netewînin û paş ve gav neavêjin û ew ê ji her demê bêtir çalaktir bixebitin.    MA / Dîlan Akyol