Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin 2023-10-21 09:51:05 AMED - Dadgeha Îstînafê biryara beraeta ku ji bo polîsê faîlê kuştina Recep Hantaş hatibû dayîn, xera kir. Parêzerê malbatê Mehmet Oner diyar kir ku bi biryarê wek ku di dosyeya Kemal Kurkut de hatibû kirin, ji dadgeha herêmî re dibêjin, “Tu bêje ku bersûc lêdaye lê li rêyên necezakirinê bigere.”    Li Sumerparkê navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan êrişî Recep Hantaş (20) ê ku kartonan berhev dikir kirin û ew bi guleyê kuştin. Danişîna biryarê ya doza der barê kuştina Hantaş de hatibû vekirin, di 21’ê hezîrana 2022’yan de hatibû lidarxistin. Di danişîna doza ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, ji sûcê “kuştinek muhtemel a bi qestî” heta 25 salan ji polîs Kazim Bozkurt re dihat xwestin. Lê dadgehê der barê polîs de biryara beraetê da.    Parêzerên malbata Hantaş, biryara beraetê ku der barê polîsê bersûc de hat dayîn, serî li Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê (Dadgeha Îstînafê) dan û îtîrazî biryarê kirin. Dadgeha Îstînafê îtîrazê nirxand û biryara beraetê ku hatiye dayîn xera kir.    Dadgeha îstînafê bûyera kuştinê ku qewimî ye di çarçoveya parastina rewa de nirxandiye û nirxandina faîlê ku bi êrişê re rû bi rû maye wê nereviyaya hatiye kirin.    Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku biryara beraetê ku der barê polîsê bersûc de hatiye dayîn têrê nake û biryara beraetê xera kir.    BIRYAR JI BO MALBATA MEXDÛR NÎNE   Parêzerê malbata Hantaş, Mehmet Oner biryara îstînafê nirxand û diyar kir ku dadgehê bi hinceta “têrnekirina delîliyê” biryara xerakirina beraetê daye lê belê ev biryara xerakirinê ne ji bo malbata mexdûr e.    Oner wiha got: “Dadgeha bilindtir biryarê daye. Heman dadgehê di doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hat kuştin de jî dabû. Biryara xerakirinê dabû. Dadgeh dibêje, ‘tengazî tune ye, bersûc lêdaye. Ev bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) sabît e. Dadgeha Îstînafê ji dadgeha herêmî re dibêje, ‘bersûc lêdaye lê belê tu li rêyên necezakirna bersûc bigire’. Dadgeha Îstînafê di biryara xwe de hewl daye ji dadgeha herêmî re bêje erka polîs heye ku çeke bikar bîne û di nav parastina rewa de ev pêkan e û tu hewl bide ku bersûc neyê cezakirin.”    ‘BIRYAR WÊREKIYÊ DIDE POLÎS Û LEŞKERAN’    Oner da zanîn ku biryara ku hatiye dayîn biryarek binakokî ye û dadgeh di her warî de hewl dide ku bersûc neyê cezakirin. Oner anî ziman ku biryara dadgeha îstînafê peyama “ji niha şûn ve polîs hin bêtir bi xwînxwarî, hin bêtir bi wêrek û bêser û ber êriş bikin” û bi vê peyamê rê li ber kuştinên din vedike. Oner destnîşan kir ku dadgeh ji polîs û leşkeran re dibêje, ‘bila tu tirsa we nebe, ez nahêlim hûn di girtîgehê de bimînin’ û ya rast ev yek li Kurdistanê peyama bêcezahiştinê dide polîs û leşkeran. Oner destnîşan kir ku kuştina Recep Hantaş cînayetek li ber kamerayan pêk hatiye û got: “Dadgeha îstînafê ji polîsan û leşkeran re dibêje hûn cînayetan berdewam bikin. Biryara îstînafê vê yekê nîşanî me dide.”    MA / Mujdat Can