Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e 2023-10-21 09:05:25   ÊLIH - Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy û Nafiye Tagû ku kesên li hember êrişên Îsraîlê radibin, lê li hember êrişên Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datînin rexne kirin, gotin: "Zilm li her derî zilm e."    Êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 4'ê Cotmehê ve didomin. Li gor rapora Rêveberiya Xweser di êrişan de 4 jê zarok û 29 jê endamên ewlehiya hundirîn û şervanên HSD'ê bi giştî 44 kes jiyana xwe ji dest dane û 55 kes birîndra bûne. Her wiha ji ber bombardimanê bi milyonan kes jî bêav man. Kesên ku bi rojan e li hemberî êrişên Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datînin, li hember êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê dadikevin qadan. Dayikên Aştiyê yên li Êlihê bertek nîşanî vê helwestê dan.    ‘ZILM LI HER DERÎ ZILM E'   Dayika Aştiyê Sûltan Azboy bibîr xist ku bi salan e dayikên aştiyê rastî zext, astengkirin, binçavkirin û girtinan tên û got: "Desthilata AKP-MHP'ê li her çar parçeyan kurdan dikuje. Balafir 24 saetan li ser Rojavayê diçin û tên û êriş dikin. Demek berê 50 kes hatin kuştin. Di êrişên li ser Mexmûrê de ciwanan gava diçû mala xwe hat qetilkirin. Ji bo Filistînê cîhan rabû ser pêyan. Em nabêjin bila ranebin, lê heman êriş li ser Rojavayê jî tên kirin. Zilm li her derî zilm e. Me xwest em bertek nîşan bidin, lê bi sedan polîsan em dorpêç kirin û xwestin daxuyaniya me asteng bikin. Nansameya kesên tên qetilkirin ne girîng e, divê bertek bê nîşandan."    ‘ŞOW TÊ KIRIN'   Azboy bertekên AKP û HUDA-PAR'ê yên li hemberî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê wekî "polîtîkayeke durû" nirxandin û got: "HUDA-PAR, li Êlih û Amedê ji bo Filistînê tûran diavêje. Bi hefteyan e tenê şowê dikin. Ew qas tûr avêtin lê hê jî rêya Filistînê nedîtine. Filistîn li wir e, biçin. Çima hûn li vir şowê dikin. Hem ew hem jî desthilata AKP'ê durûtiyê dikin."   Dayika Aştiyê Nafiye Tagû jî wiha bertek nîşan da: "Gelê kurd tê qetilkirin. Ew kesên vê ji nedîtî ve tên, niha bûne humanist. Gelê Filistînê mexdûr e, gelê Filistînê mafdar e, lê ev yek tê îstismarkirin. Çend roj berê em li mzigeftê bûn, jinên HUDA-PAR'î hatin gotin, 'ji bo Filistînê dua bikin, zilm li wan tê kirin.' Min jî ji cemaetê re got, 'li Rojavayê 50 kes hatin qetilkirin, em ji bo wan dua bikin.' Kes behsa wan nake. Êrişî mizgeftên kurdan, xaniyên wan kirin. Kurd li mala xwe, mizgeftên xwe û hewşa xw ehatin qetilkirin. HUDA-PAR bi vê şowê dibêje em dikarin vegerin salên 90'î. Dê Êlih Filistînê xelas bike? Li vir bi wesayîtên bi milyonan pere û bi hêlkirina alayên HUDA-PAR'ê Filistîn nayê xelaskirin. EV li pê şowê ne."