Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin 2023-10-21 09:01:49   MEREŞ - Di erdhejên navenda wan Mereş bû de ji sedî 80 gundê Musolar ê navçeya Bazarcixê jî hilweşiya bû. Mexdurên erdhejê ku li gund em bi wan re axivîn bi lêv kirin ku tevî 8 meh bi ser erdhejê re derbas bû ne jî rewşa çekirina xaniyên wan nediyar e û ew dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin.    Bi ser erdhejên 6'ê sibatê yên navenda wan Mereş bû re 8 meh derbas bûn. Navçeya Bazarcixê ku yek ji navenda erdhejan bû, navenda wê û gelek gundên wê hilweşiyan. Yek ji gundê navçeya Bazarcixê ku herî zêde ji erdhejê bandor bibû jî gundê Musolarê bû. Li gundê Musolarê ji 216 xaniyan, 143 xanî hilweşiyan. Li gund kesekî jiyana xwe ji dest da û mexdurên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyan di çileyê zivistanê de bi rojan li derva man. Piştî demekê mexdurên erdhejê derbasî konan bûn û niha jî piranî şêniyên gund di konteyniran de dijîn. Li gundê Musolarê ku ji sedî 80 hilweşiyaye û piranî şeniyên gund bêwar manê, tevî 8 meh bi ser erdhejan re derbas bûnê jî dest bi çekirina xaniyan nehatiye kirin û wê kengî dest pê bikin jî ne diyar e.      Mexdurên erdhejê yên di konteyniran de dijîn ku li gund em bi wan re axivîn bi lêv kirin ku tevî 8 meh derbas bûne jî dest bi çekirina xaniyan nehatiyê kirin û gotin ku konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne lê ew dê ji ber neçariyê vê zivistanê jî di konteyniran de derbas bikin.    Mexdurên erdhejê yên gundê Musolarê êşa hilweşandina gundê xwe bi piştgiriyê derbas dikin. Jinên li gundê Musolarê ku bi hev re amadekariya zivistanê dikin li ber konteynirekî nanê selê çêdikin. Yek ji wan jinan Ayşe Yasa (55) dibêjê ew van rojên zehmet bi piştgiriyê re derbas dikin. Yasa, anî ziman ku wan di erdhejê de zehmetiyên mezin kişandine û wiha qala rewşa xwe kir: “Xaniyê me di erdhejê de hilweşiya. Nezî 10 rojan em li derve man. Piştre jî em 5 mehan di kon de man û niha jî 3 meh in bi lawikê xwe re di konteynirê de dijîn. Di konteyniran de jî sar e. Zivistanê em ê di konteyniran de çi bikin nizanim. Hê jî dest bi çêkirina xaniyan nekirine. Daxwaza me jî ew e ku xaniyên me bên çekirin. Îsal jî em ê zivistanê bê war derbas bikin lê bila saleke me ya din jî ji zivistanî bê xanî nebe.”   'BILA XANIYÊN ME BÊN ÇEKIRIN'   Besê Acarli (64) ku xaniyê wê di erdhejê de hilweşiyaye, bi derfetên xwe qasî odeyekê ji xwe re cihek çêkirine. Acarli da zanîn ku ew jî di erdhejê de di bin kavîlan de mabû û wiha qal kir: “Lawikê min bi zorê ez ji nav kavilan derxistim. 18 rojan bê av û ceyran em li derve bûn. Tu alîkariyek ji me re nehat. Xanî û dikana me di erdhejê de hilweşiya. Nexweşiya şekir bi min re heye, vê zivistanê ez ê li vir çi bikim. Hundirê vê odeyê jî weke cemedê ye. Li vê zivistanê di bin berf û baranê de em ê bi ku ve biçin nizanim. Ez nexweş im nikarim li vir bihewim. Tu rewşa xaniyan jî ne diyare wê çêkin an çênakin nizanim. Bila xaniyên me bên çekirin. Dewlet nahêle xanî di heman cih de bên çekirin ji ber wê jî kes nikare bi derfetên xwe jî ji xwe re xanî çêbikin.”   LORÎNEK LI PAŞ GUNDEKÎ HILWEŞIYAYÎ   Fatma Yasa (73) jî diyar kir ku xaniyê wan di erdhejê de hilweşiya ye û wiha qal kir: “Em çend rojan li derve bûn. Em perîşan bûn. 9 rojan di çilê zivistanê de em li derve bûn. Xaniyê me hilweşiya çend meh derbas bûn jî rewşa çêkirina xaniyan ne diyar e. Tu kes qala xaniyan nake. Konteynir sar in. Di bin berf û bagerê de em ê çibikin. Weke sala par ku di çileyê zivistanê de em li derve bûn îsal jî em ê bêwar vê zivistanê derbas bikin. Em 3 kes bi hev re di konteynirekê de dimînin.”   Piştî axaftina xwe Yasa bi çavên girî li ser derd û kulên erdhejê wiha lorand:  “Birîna me mezin bû. Stûye me xwar bû. Em kal û pîr in. Em nikarin xaniyekî çêbikin tê de rûnin. Îro dîwarek tune ye em di bin de rûnin. Yezîd vê yekê feqîran neke. Lo lo navçe tev hatiyê xwar e. We mala xwe nedît ku mala wê kîjan e...”   'REWŞA ÇÊKIRINA XANIYAN NEDIYAR E'   Ayşe Bendaş (53) ku ji ber nediyarbûna çêkirina xaniyan fikarbûna xwe anî ziman ev tişt gotin: “Kes nizane wê xaniyan çêbikin an çênekin. Pirsgirêka me ya herî mezin xanî ye. Sewalên me li derve ne. Zivistanê divê em wan jî bihewînin. Lê tiştek tune ye. Pêşiya me berf û baran e. Em ê neçar di konteyniran de bimînin. Divê xaniyên me bên çêkirin ku em vê zivistanê bikaribin derbas bikin.”   Abuzer Sîdar (62) ku xaniyê wan jî di erdhejê de hilweşiyaye û niha di konteynirekê de dijî ev tişt got: “Niha dest bi çêkirina xaniyan nekirine. Rewşa xaniyan jî nediyar e. Hundirê konteyniran sar e. Zivistanê wê hêj sartir bibe. Heke xanî neyên çêkirin em ê perîşan bibin. Sewalên me hene ev jî di bin kon de ne lê zivistanê wê çibibin nizanim. Divê ji me re xaniyek bê çêkirin.”   MA / Mahmut Altintaş