Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin 2023-10-20 22:40:56   ESKÎŞEHÎR – Li Eskîşehîrê di dawetekê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine 23 kes hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sazbend jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin. Li gor agahiyên bi dest ketin tîmên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Eskîşehîrê, li Taxa Kîreçê ya navçeya Odûnpazariyê avêtin ser dawetekê. Di operasyonê de 2 sazbendên dawetê bi îdiaya di stranên xwe de "propagandaya rêxistinê kirine" û 21 kes jî bi hinceta hevrêtî bi wan re kirine hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî birine Fermandariya Cendirmeyan a Eskîşehîrê.