Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-10-20 21:15:54   AMED - Nîzam Karaagar piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Amedê derket.   Nîzam Karaagar piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîp a T a Amedê tehliye bû. Karaagar, li ber deriyê Kampusa Girtîgehê ji hêla hevalên xwe yên girtîgehê Mehmet Şerîf Demîr, Savaş Kahraman, Kutsi Çagiş, Veysel Avci ku wan jî cezayê muebetê xwaribû û malbata xwe û MED-TUHADFED'ê ve hat pêşwazîkirin.    Nîzam Karaagar di sala 1993'yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Wanê ve cezayê muebetê lê hat birîn. Karaagar ku li girtîgehên Mûş, Dîlok, Kalkandere, Kandira, Bartîn, Sêrt û Amedê ma, diviyabû di 12'ê Îlonê de bihata berdan. Lê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê înfaza Karaagar 6 mehan taloq kir. Li ser vê yekê malbata wî ji bo betalkirina biryara heyeta çavdêriyê serî li Serdozgeriya Komarê da. Piştî ku îtîraz hat redkirin serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dayîn û biryara berdana Karaagar hat dayîn.   Her wiha birayê Karaagar ê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19'ê Çileya 1993'an de li Wanê li nava kolanê hatibû qetilkirin.