Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar 2023-10-20 18:43:50     DÎLOK - Li ser rêya Dîlok-Rihayê qeza çêbû. Di qezayê de 5 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya di navbera navçeya Bêlqis a Dîlokê û navçeya Bêrecûk a Rihayê de, mînîbusa rêwiyan û qamyona Midûriyeta Rêbejahiyê li hev qelibîn. Di qezayê de 5 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.   Birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên Bêlqis û Bêrecûkê hatin kirin. Piştî qezayê rêya Riha-Dilokê ji çûnhatinê re hatin girtin.