Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike 2023-10-20 13:26:01   ENQERE - Siyasetmedar Aynûr Aşan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî parastina xwe bidomîne.    Rûniştina dawî ya danişîna 37’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Hinek siyasetmedar di danişînê de amade bûn.    DÊ DANIŞÎN ROJA DUŞEMÊ BIDOME   Dadgehê, da zanîn ku siyasetmedara girtî Aynûr Aşan nexweş bûye û ji ber nexweşiya xwe rakirine nexweşxaneyê. Aşan ku hate eywana danişînê, diyar kir ku nexweşiya wê berdewam dike lewma dê nekare parastina xwe bidomîne. Aşan, xwest ku mafê axaftinê bidin parêzerê wê.    Parêzerê Aşan, Ebrû Akkal diyar kir ku tansiyona miwekîla wê pir bilind bûye, nikare xwe li ser pêyan bigire û xwest ku rojek navber were dayîn. Dadgehê têkildarî daxwazê biryara navberê da, daxwaza Aşan qebûl kir û got ku li pêşiya parastina Akkal tu astengiyên qanûnî nînin. Parêzer Akkal, destnîşan kir ku ew bi cihekî de naçin û dê parastina xwe bikin.    Parêzer Ozgur Erol jî got: “Ez jî wekîlê Aynûr Aşan im û dê parastinê bikim. Lê heta parastina miwekîla xwe nebînim dê nekarim parastinê bikim. Em ji we hîn bûn ku miwekîla me nexweş e. Derdekî me ya ji bo dirêjkirina danişînê jî nîne. Dixwazim ku ji bo miwekîla me, navberê bidin danişînê.”    Dadgehê jî daxwaz careke din nirxand. Dadgehê got ku dibe ku parastina Aşan û parêzerên wê di navbera 23-24-25’ê cotmehê de biqedin û ev dem demekî “maqûl e.” Dadgehê biryar da ku Aşan parastina xwe ji roja duşemê ve bidomîne.