Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin 2023-10-20 11:20:13   ENQERE - 20 kesên bi edema tevlibûna pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin.    Polîsan di 17’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de ji 30 kesan 20 jê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Hat zanîn ku hin kesên binçavkirî ji hêla polîsan ve hatine derbkirin.    Karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê duh heta derengiya şevê berdewam kirin. Hat zanîn ku kesên biçavkirî bi hinceta tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê adara 2022’yan de li Anit Parkê hatiye lidarxistin hatine tawanbarkirin.    Her wiha hat zanîn ku ji binçavkiriyan pirsa “Sirûda Gerîla” hatiye kirin bê ka xwendine yan na û parvekirinên li ser medyaya civakî hatine pirsîn. Her 20 binçavkirî, piştî îfadeya li emniyetê îro di danê sibehê de sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin.