Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin 2023-10-20 11:37:47   ÎZMÎR - Parêzera malbata Denîz Poyraz, Turkan Aslan Agag diyar kir ku vê rewşa “anormal” ku Dadgeha Îstînafê daye, ji bo yên ku bûyerê dane kirin dernekevin holê xwestine ser dosyeyê gavek beriya gavekê bê girtin.    Kujerê bi navê Onur Gencer di 17’ê Hezîrana sala 2021’an de li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrişa çekdarî kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Di 27’ê kanûna 2022’yan de ji bo Doza Denîz Poyraz biryar hate dayîn. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi sedema sûcê “bi plankirî û bi qesdî qetil kiriye” cezayê muebeda girankirî, ji ber sûcên “Binpêkirina parêzbendiya avahî”, “Ziyandayîna mal” û “muxalefeta çekdarî ya li dijî qanûnan” 9 sal cezayê hepsê da bersûc Gencer.    Parêzerên aliyan, li ser vê yekê serî li dadgeha bilindtirîn dan. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Îzmîrê ji hêla usûlê ve biryar betal kir û li dadgeha herêmî vegerand. Îstînafê, diyar kir ku di girtekên hinek danişînan de îmze kêm in, biryarên bihincet ji parêzerên aliyan re nehatine şandin û nivîsên têkildarî teblîxkirinê li dosyayan nehatine zêdekirin. Dadgeha herêmî kêmaniyên heyî temam kir û dosya careke din şande îstînafê.    HEMÛ SERLÊDAN HATIN REDKIRIN    1’emîn Daîreya Cezayan, piştî temamkirina kêmaniyan, biryara xwe ya têkildarî dosyayê da. Dagdgeha îstînafê temamiya serlêdanan red kir. Di biryara xwe de daîreyê wiha got: “Parêzer Turkan Aslan Agaç (parêzera malbata Denîz Poyraz) ji bo cezayê ji ber sûcê muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 6136’ê li bersûc Onur Gencer hatiye birîn serî li îstînafê daye. Ev serlêdan hatiye lêkolînkirin û ev serlêdan hatiye redkirin.”    Ji parêzerên malbata Poyraz, Turkan Aslan Agaç biryara redkirinê nirxand û destnîşan kir ku lêkolîna Dadgeha Îstînafê ji mehekê kêmtir berdewam kiriye û ev yek jî wan matmayî hiştiye.    Agaç got li dijî vê biryarê rêya serlêdanê ya ji bo Dadgeha Bilind ji bo wan vekirî ye û dê serî li Dadgeha Bilind bidin.    ‘ÇAVÊ XWE LI BÊHIQÛQIYAN GIRTIN’    Agaç da zanîn ku wan di serlêdana xwe ya bo Îstînafê de 22 sernav rêz kirine û di van xalan de neheqî û binpêkirinên ji destpêka lêpirsînê ve hatine kirin rave kirine. Agaç got dadgehan çavê xwe ji bêhiqûqiyên di lêpirsîn û dozê de hatine kirin re girtin e û xemsar nêz bûne.    'REWŞEK ANORMAL E’    Agaç destnîşan kir ku biryara Îstînafê nîşan dide ku li ser dosyeyê lêkolînek bihûrgulî nekiriye û nêzîkatiya di dema lêpirsînê û darizandinê de paşê jî berdewam kiriye. Agaç anî ziman ku ev cînayet ji aliyê çeteyên ketine nava dewletê ve pêk hatiye û got: “Heke ku were bîra we dema dîmenên ewil ê Onur Gencer ku serwîsê çapemeniyê hat kirin, îşareta gurebozan dikir. Li seranserî pêvajoya darizandinê jî nêzîkatiya kujer a faşîst berdewam kir. Gelek heval û nasên wî yên polîs û leşker hene. Wî bi xwe got ku ew nijadperest e. Em di wê baweriyê de ne ku kesên ku sûc bi kujer dane kirin parçeyek desthilatdariya siyasî ne. Ji bo ev dernekeve holê jî gavek beriya gavekê hat xwestin ku ser dosyeyê bê girtin û pêvajoya darizandinê bê qedandin. Nexwe biryarek wiha ku di nava mehekê de ku demek kin e bê derketin, di warê pratika daraza heyî de rewşek anormal e.”    MA / Tolga Guney