Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin 2023-10-20 10:56:00   AMED - Cîgirê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê teşekirin û got: “Divê kurd qadên nû yê manewrayê ji bo xwe vekirin û li dijî van êrişan bi aliyên cuda re kunsesûsê ava bikin.”    Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ji 7’ê mehê ve didome. Ev şer bandorek neyînî li ser jiyana bi milyonan mirov dike û her ku diçe bîlançoya şer giran dibe. Li aliyeê din jî Tirkiye bi balafiran û tang û topan êrişî bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê dike. Di 4’ê cotmehê de êrişên li ser Rojava dest pê kirin û hê jî didomin û gelek sivîl hatin kuştin. Raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê nerazîbûna ku nîşanî Îsraîlê dide lê li hemberî Tirkiyeyê bêdeng û xemsar maye.      Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya êrişên dawî ji ajansa me re nirxand.    GELO ÎRAN, BERÊ HEMASÊ DIDE ÎSRAÎLÊ?    Kaya diyar kir ku şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de diqewime, pirsgirêka bi salan e û got: “Meriv dikare vî şerê wî wisa jî bixwîne, dibe ku Îran bi ser Hemasê re dixwaze Îsraîlê, Amerîka û welatên rojava bitirsîne. Bi zanebûn berê Hemas û Îsraîlê didin hev. Li aliyekî Îsraîl meseleyê sor dike li aliyê din jî Hemas sor dike.”    LI ROJHILATA NAVÎN HEVSENGÎ GUHERÎN    Kaya anî ziman ku li Rojhilata Navîn êdî Rojhilatek Navîn a nû tê teşekirin-dîzaynkirin û ev mesele li ser Filistîn-Îsraîlê niha tê teşekirin. Kaya destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn hevsengiya bazirganî û siyasî diguherin û xetên nû yên erdnîgariyê tên çêkirin.    DURÛTIYA TIRKIYEYÊ    Kaya berteka Tirkiyeyê ya li dijî Îsraîlê wek “durûtî” nirxand û wiha got: “Tirkiye êrişên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê nabîne, tiştên ku dike nabîne lê belê radibe nerazîbûn nîşanî Îsraîlê dide û xwedî li Filistînê derdikeve. Ev nakokî tenê ne li Tirkiyeyê heye, li gelek welatan heye. Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî kurdan de xwe mafdar dibîne. Nahêlin, naxwazin kurd ji mafên xwe yên rewa û gerdûnî sûdê werbigirin. Heq û hiqûq ji bo kurdan nayê nasîn. Bi dehan caran gotine, ‘ma hê hûn çi dixwazin’. Hemû maf û daxwazên kurdan wek ‘xebata terorê’ dibînin. Tirkiye xwe bi piştevaniya bo Filistînê rewa û mafdar derdixe.”    ‘BERTEK JÎ PIŞTEVANÎ JÎ BI ALIYEKÎ ŞAŞ VE DIÇE’    Kaya destnîşan kir ku nerazîbûn jî û piştevanî jî ya li dijî Îsraîlê ber bi aliyekî şaş ve diçe û got: “Divê meriv ne li ba zilmkaran meriv li ba mezlûman cih bigire. Lê ji ber zîhniyetên çewt, bertek û piştevaniya li herêma me çewt e. Çimkî heman bertek û piştevanî ji bo xelkê me yê Rojava nayê nîşandan. Divê kurd li dijî van dewletên parçeyek pergala statükoya heyî ye ne siyasetek baş pêk bînin ku hemû planên wan pûç bikin. Divê kurd qadên manewrayê yên nû ji xwe re vekin. Pêwîste kurd li dijî van êrişan bi alî û derdorên cuda re konsesûsek ava bikin û zemînên hevpar ji xwe re ava bikin.”    MA / Mujdat Can