23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin! 2023-10-20 09:10:34 MELETÎ - Di ser kuştina Aydin Dere re 23 sal derbas bûne, lê hê jî kiryarên wî nehatine dîtin. Dere gava li Gokçeadayê leşkeriya mecbûrî dikir hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye, lê paşê bi delîlan hatibû piştrastkirin ku Dere hatiye kuştin.  Aydin Dere gava li navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê li Alaya Qomando ya 5'emîn leşkeriya mecbûrî dikir, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Mirina Dere wekî "xwekuştinê" hatibû serwîskirin. Lê belê piştî hewldanên malbatê Serokatiya Tiba Edlî ya Stenbolê û Laboratûvara Krîmînal a Polîsan a Bûrsayê du raporên cuda amade kiribûn. Di raporan de hatibû destnîşankirin ku Dere ji paş de gule xwariye.   Di ser kuştina Dere re 23 sal derbas bûne, lê hê jî kiryarên wî nehatine dîtin.    AYDIN DERE ÇAWA HAT KUŞTIN?   Aydin Dere di 31'ê tîrmeha 2000'î de, di dema nobeta bi şev de, bi çekê jiyana xwe ji dest da. Di girtenameya yekem a cihê bûyerê de ku ji aliyê fermandarên qişleyê ve hat amadekirin, wiha hat tomarkirin: "Ji bo ji leşkeriyê bireve xwe kuştiye."    Saziya Tiba Edlî (ATK) a Bûrsayê der barê kuştina Dere de raporek amade kir. ATK'ê di rapora xwe de diyar kir ku gule ji hêla pêşiyê ve li canê Dere ketiye û ji pişta wî derketiye. Lê belê Laboratûara Krîmînal a Polîsan jî kincên Aydin Dere vekoland. Laboratûarê li se rkincên Dere tespît kir ku gule li pişta Dere ketiye û ji pêş derketiye. Piştî vê raporê malbata Dere jî serî li dozgeriyê da û xwest otopsî ji nû ve bê kirin.   Piştî salekê gora Dere hat vekirin û ATK'a Stenbolê hestiyên wî vekolandin. ATK'ê di rapora xwe ya 3'yê cotmeha 2001'ê de got ku bi berdaneke bi vî rengî ne ya xwekuştinê ye û çek ji nêv ze ji paş de hatiye teqandin.    Dozgeriya Leşkerî ya Gelîbolûyê jî tevî raporê jî heya sala 2012'an jî tu tiştek nekir. Di 24'ê Nîsana 2003'yan de dozgerekî leşker, wekî şahid îfadeya îfadeya leşker K.Î (Kadîr Înan), B. K. (Bulent Kovgûn) û Y.K. (Yakîp Kovgûn) wergirt. 3 kes jî îfadeyênw ekî hev dan û gotin ku "Tu hisûmetekî wî bi kesî re tune bû." Lêpirsînên hatin vekirin bê encam man. Malbata Dere jî piştî 12 salan, di sibata 2012'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê da. Lê dozgeriyê bi hinceta ku bûyer di nava sînorên rayeya Çanakkaleyê de ye biryara bêrayetiyê da û dosyeyê ji Wekîliya Serdozgerê Komarê yê Taybet ê Stenbolê re şand.    Çendî dozgeriya Stenbolê der barê leşker  K.Î (Kadîr Înan), B. K. (Bulent Kovgûn) û Y.K. (Yakîp Kovgûn) car din lêpirsîn dabe detspêkirin jî, lê dosye wekî xwe ma, tu pêşketin çênebûn.    GOTIN KIRYAR NEDIYAR   Malbata Dere careke din, di 12'ê Nîsana 2017'an de ji bo der barê fermandar K.Î de bi sûcê kuştina bi qesdî lêpirsîn bê vekirin serî li Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Qolordûyê ya 2'yan a Fermandariya Hêzên Bejahiyê ya Gelîbolûyê da. Serlêdan bi biryara nepeywirdariyê ji Serdozgeriya Komarê ya Gokçeadayê re hat şandin. Di biryara nepeywirdariyê de hat destnîşankirin ku ev "kiryar nediyar e". Lê bi hinceta ku roja bûyerê tame nehatiye eşkerekirin biryara ku Serdozgeriya Gokçeadayê lêpirsînê bidome hat dayîn. Lê 6 sal hê jî tiştek nehatiye kirin.    ‘ROJA EW Û FERMANDAR KETIN QIRIKA HEV MIR'   Abdûrrahîm Dere, birayê Aydin Dere, anî ziman ku birayê wî û fermandarê bolukê beriya mirina birayê wî bi rojekê dikevin qirika hev û got: "Fermandarê bolukê, piştî nîqaşê çendî ne nobeta birayê min bû jî, wî dişîne nobeta şevê. Birayê min di nobetê de i tivinga piyadeyan tê kuştin. ATK Bûrsayê got 'xwekuştin e', lê piştî îtirazên me di otopsiya duyan de hat tespîtkirin ku hatiye kuştin. Birayê min Ekrem bi pêvajoya dozê re eleqedar dibû, lê nexweş ket û jiyana xwe ji dest da."    Dere diyar kir ku gelek caran giliyê berpirsan kirine, lê kesên xwe wekî polîs dane naskirin gef li wan xwarine û got: "Em ê heya Ddageha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biçin. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Heya kiryarên birayên min neyên dîtin, em ê dest ji vê dozê bernedin."   MA / Emrullah Acar