‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir' 2023-10-20 09:09:56   RIHA - Di êrişên dawî yên Tirkiyeyê de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 4 zaroka hatin qetilkirin û 10 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Parêzvanên mafên zarokan diyar kirin ku Tirkiye bi van êrişan mafê jiyanê yê zarokan binpê dike.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 4'ê cotmehê ve didomin. Di êrişan de binesaziya herêmê û qadên jiyanê yên sivîlan hedef tên girtin. Di van êrişan de gelek sivîl û hêzên ewlehiya hundirîn jiyana xwe ji dest dan. Li gor rapora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; 4 jê zarok û 29 jê endamên hêza ewlehiya hundirîn û şervanên QSD'ê, bi giştî 44 kesan jiyana xwe ji dest daye û 55 kes jî birîndar bûne. Parêzvanên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimînên li herêmê nirxandin.    4 ZAROK HATIN QETILKIRIN   Endamê Tevgera Nûdemê ya parastina mafên zarokan dixebite Dayvan Mahmûd destnîşan kir ku ji roja êriş dest pê kirine heya niha 4 zarok hatine qetilkirin û 10 zarok jî bi giranî birîndar bûne. Mahmûd wiha axivî: "Êrişî hemû kantonan hat kirin. Mesela di dema êrişeke li ser Dirbesiyê de zarokê bi navê Farah Ednan Al-Khaîr ê li nav zeviyê, ji du lingên xwe bû. Hejmara nexweşxaneyan jî kêm e, lê êirşî nexweşxaneyan jî dikin. Ji ber kêderfetiyê birîndar nikarin xwe bigihînin alîkariya tibbî. Zarokên din jî ji ber êrişan newirên biçin dibistanê. Xizmên hin zarokan jiyana xwe ji dest dan."    Mahmûd ku got "Tirkiyeyê mafên jiyanê yên zarokan binpê dike" destnîşan kir ku ev êriş di warê fizîkî, derûnî, aborî û civakî de bandorê li zarokan dikin. Mahmûd bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev êriş, li ber çavê hemû cîhanê tên kirin, lê deng ji kesî dernayê. Em dibînin ku qanûnên çêkirine û peymanên çêkirine tenê li ser kaxezan hene."    MIROV BÊ AV MAN   Endama Navenda Lêkolînkirin û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hessen jî anî ziman ku bi hedefgirtina qadên jiyanê re welatî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî dabîn bikin. Hessen got: "Di êrişan de stasyonên ceryanê, stasyonên sotemeniyê hedef hatin girtin. Welatiyên li vir bi rojan bê ceryan û sotemenî man, lê di heman demê de ji ber vê mirov bi rojan nikaribûn tiştekî jî bikin. Mînak, av bi awayekî rêkûpêk nayê malan. Ji ber vê nexweşîna roviyan peyde bûye."    ‘SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN'   Hessen bal kişand ser bandorên van êrişan ên li ser zarokan jî û wiha pê de çû: "Zarok tim bistres in. Ji lew re tim dengê bombeyan, dengê teqînê tê wan. Di peymanên mafên zarokan ên navneteweyî de jî wiha dinivîsîe: Divê he rzarok di şert û mercên baş de bijî. Mafên jiyanê yên zarokan hene. Lê belê ev maf li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê binpêkirin. Ev sûcekî pir mezin ên li dijî mirovahiyê ye."    Hessen bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Filistînê rû didin jî û got ku divê mafên mirovan bê şert û merc bên pêkanîn.    MA / Ceylan Şahînlî