Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin 2023-10-19 14:47:18   ÎZMÎR - Rojnamegeran li Îzmîrê bertek nîşanî qetilkirina hempîşeyên xwe yên li Filistînê dan û gotin: “Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin.”    Cemiyeta Rojnamegeran û Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) yên Îzmîrê têkildarî qetilkirina 17 rojnamegeran a di şerê Îsraîl-Filistînê de li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer re, em naxwazin nûçeyên şer binivîsin” hate vekirin û rojnamegeran dirûşma “Ji şer re na, aştî a niha” û “Em ê nebin dengê şer” berz kirin.    Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî bertek nîşanî kuştina rojnamegeran da û wiha got: “Komkujiyên li dijî rojnamegeran di astekî pir mezin de ne. Heta niha li Filistînê herî kêm 17 rojnameger hatine qetilkirin. 3 rojnameger jî winda ne. Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin. Em naxwazin hejmara sivîlên bêguneh ên hatine qetilkirin û dîmenên kesên tî, birçî, bêmal û bêpêşeroj mane parve bikin. Divê Îsraîl dawî li wehşeta xwe ya li Xezeyê bîne. Banga me ji bo hemû welatan ew e ku rê li ber vê wehşetê bigirin.”    Seroka Şaxa TGS’a Îzmîrê Nîl Kahramanoglû jî destnîşan kir ku divê ji bo rojnamegerên li herêmê bûyeran dişopînin tevdîr bên girtin û ew naxwazin nûçeyên şer binivîsin.