Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê 2023-10-19 09:03:57 ENQERE - Rojnamevanê fransî Chrîs den Hond destnîşan kir ku peywira rojnamevanan ew e ku rastiya kurdan ragihînin cîhanê û ji bo çareserkirina meseleya kurd jî got ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevgerek bê destpêkirin.    OrientXXI ku li Fransayê saziyeke çapemeniyê ya serbixwe ye, geşedanên li Rojhilata Navîn radigihîne cîhanê. Ji OrientXXI'yê Chrîs den Hond, nêzî 30 sal in têkoşîna gelê kurd û geşedanên têkidlasrî çareserkirina meseleya kurd ji nêz ve dişopîne. den Hind ku Kongreya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku di 15'ê cotmehê de hat lidarxistin şopand, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û meseleya kurd de axivî.    TEVGERA PIŞTEVANIYÊ JI BO KURDAN   Hond anî ziman ku cara ewil di sala 1995'an de hatiye Kurdistanê û rastî eleqeyeke qels a rojnamevanan a ji bo herêmê hatiye. Hond diyar kir ku piştî vê der barê Kurdistanê de dest bi çêkirina nûçeyan kiriye û got: "Li Ewropayê jî der barê kurdan de nûçe tune bûn. Wekî kuew terorîst bin, wekî tevgereke terorê bin dihatin dîtin. Me digot ev ne rast e, lewma me li Belçîkayê, li Fransayê, li Ewropayê ji bo mafên kurdan tevgereke kurdan ava kir û wekî rojnamevanekî çi ji destê min hat min kir. Ez di sala 1997'an de di MED TV'yê de xebitîm. Ez 10 salan xebitîm. Ew deh sal kêliyên herî xweş ên jiyana min bûn. Me bi peykên cuda deng da mirovên dengê wan tune bû. Çendî qedexe bûn jî mirovan peyk standin. Gava antên ji aliyê artêşa tirk ve hatin tunekirin jî, mirovan heywanên xwe difirotin û antên dikirîn, ji bo MED TV'yê temaşe bikin."    EZMÛNA DEMOKRATÎK A ROJAVAYÊ   Hind ragihand ku di navbera 2017-2019'an de çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Ez wiha difikirim ku gelê kurd û gelê Filîstinê du gelên bêdewlet in. Îro ev mirov ji bo dewletên xwe şer nakin, ev jî modernbûyîna paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Ehlê konfederalîzmê ne û ev jî feraseteke pir modern e ku tê wateya jiyana pevre ya mirovan. Gava ez di sala 2017, 2018 û 2019'an de çûm Rojavayê, min dît ku mirovên li wir di nava Sûriyeyê de doza Kurdistaneke biçûk nakin. Dixwazin bi civaka ereb, tirkmen, sûriye û kurdan r ebijîn û ev jî siberoja mirovahiyê ye. Tezatiyeke heye li hemberî neteweperestiya tirk, neteweperestiya erebe, netewperestiya Îranê û her wiha netewperestiya kurdan a bi Barzaniyan xwe daye der. Ji lew re ev ferasetên netewperest naxwazin Rojava bi ser bikeve. Em kesên xwedî vê feraseta demokratîk, divê em bi her awayî piştgiriya ezmûna demokratîk a li Rojavayê bikin. Peywireke me ya wekî em rastiya gelê kurd ragihînin tevahiya cîhanê heye."    ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ TEVGEREK DIVÊ'   Hond destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurd û aştiya civakî divê rabûnek hebe li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî tecrîda li ser Ocalan tevgerek divê. Li Tirkiyeyê û li her derî divê girtiyên siyasî azad bin û ragihandina van nûçeyan jî peywireke mutleq a rojnamevan e. Em gava li nûçeyên li vir mêze dikin, em gelek nûçeyên di çapemeniya cîhanê de rast dikin. Car heye em serketî ne, lê dîs ajî em hewl didin rastiyê ragihînin girseyeke mezin."