Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in! 2023-10-19 09:02:10 MEREŞ - Mexdûrên erdhejê ku li navçeya Bazarcixê di konteyniran de dijîn bi lêv kirin ku konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne û xwestin ku demildest ji wan re xanî bên çekirin.    Li navenda navçeya Bazarcix a Mereşê ku yek ji navenda erdhejên 6'ê Sibatê li Mereşê çêbûn bû 872 xanî hilweşiyan û li gorî reqamên fermî 431 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku li gundan jiyana xwe ji dest danê nayê zanîn û tê diyarkirin ku li Bazarcixê bi giştî zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Li navçeya Bazarcixê ku ji 47 gund û 28 mezrayan pêk tê beriya erdhejê hejmara şeniyên navçeyê 70 hezar û 123 kes bûne. Li navçeya ku di erdhejê de nîviyê wê hilweşiya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve derbarê 752 avahiyan de biryara hilweşandinê hate dayîn. Li navçeyê hilweşandina xaniyên ku xesara giran girtine didome û ji ber ku li navçeyê hê etuda erdê nehatiye kirin, mexdurên erdhejê bi derfetên xwe jî nikarin xaniyan çêbikin.      Li Bazarcixê tenê ji aliyê TOKÎ'yê ve li taxên Bagdinsagir û Încîrliyê avahî tên çekirin û ev avahî jî hê neqediyane. Mexdurên erdhejê ku xaniyên wan kêm xesar girtine bi derfetên xwe xaniyên xwe çekirin û di xaniyan de ne. Hejmareke zêde ya navçeyê jî an li konteyniran an jî di konan de ne. Li navçeyê bi tevahî 4 konteynir bajar hatine çekirin. Li taxa Memîş Ozdal ji aliyê Başûrê Koreyê ve konteynir bajarek ku ji hezar û 10 konteyniran pêk tê hatiyê çekirin. Her wiha li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê, taxa Çamli Tepe û herêma Konûtlarê jî konteynir bajar hatinê çekirin û li wan deran jî bi tevahî 2 hezar û 700 konteynir hatine amadekirin.    Lê konteynir jî ji bo şert û mercên zivistanê ne ewle ne û bi nêzbûna demsala zivistanê re mexdurên erdhejê bi fikarin. Mexdurên erdhejê ku ji wan re xanî nehatine çêkirin vê zivistanê jî wê bêxanî derbas bikin. Li konteynir bajara taxa Memîş Ozdal ku em bi mexdurên erdhejê yên di konteyniran de dijîn re axivîn diyar kirin ku konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne û pirsgirêkên xwe yên ji ber bi cih bûne vegotin.   'ALÎKARÎ TÊRA WAN NAKE'   Mexdura erdhejê Ayşe Toraman (44) ku bi 4 zarokên xwe ve di konteynirê de dijî diyar kir ku alîkariya ji mexdurên erdhejê re tê dayin ji ber bihabûnê têra wan nake û ev tişt gotin: "Dema erdhej çêbû ez li Qibrisê bûm. Ji bo kar çûbûm wir. Piştî erdhejê ji ber ku xaniyê me li vir bû em vegeriyan. Lê ji ber ku em di kirê de bûn xwediyê xanî em jê derxistin. Li ser vê 3 mehan em di kon de man û pişt re jî bi zehmetiyan em ketin konteyniran. Hevjînê min ji ber xebatê dîsa çû Qibrisê. Ez bi zarokan re li vir im. Alîkariya ku ji mexdurên erdhejê re tê dayin têra me nake. Em ji bo pêdiviyên xwe dabîn bikin ji marketê deyn tînin. Qerta ku ji bo dan û standina marketê ji mexdurên erdhejê re tê dayin jî nedan me. Banga min ji Serokkomarî re heye bila halê me bibîne, ne kincê zarokên min hene ne jî li malê tiştekî xwarinê heye."    'ZIVISTANÊ EM Ê ÇIBIKIN'   Bi domdarî Toraman, balkişand ser bi nêzbûna zivistanê û fikarbûna xwe ya ji ber zivistanê wiha anî ziman: "Niha em di meha cotmehê de ne lê ji me re sar e. Zivîstanê em ê çibikin nizanim. Konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne. Dema zarok avê li ser xwe dikin hûndirê konteynirê tejî av dibe. Ji ber wê em nikarin xaliyan jî di hundir de raxînin. Em nikarin zivistanê di konteyniran de bihewin, divê ji me re xanî bên çekirin."   'PIRSGIRÊK PIR IN LÊ ÇARESERÎ TUNE YE'   Haticê Şahîngoz (47) ku bi lawikê xwe ve di konteynirê de dijî destnîşan kir ku tevî 8 meh bi ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêkên wan nehatinê çareser kirin û wiha axivî: "Heta niha xanî nehatinê çekirin. Pirsgirêka bêwarbûne hê berdewam dike. Ava xaniyên ku di erdhejê de hilweşiyane bi awayekî berhewa diçe tu kes jî elaqedar nabe. Gelek pirsgirêk li navçeyê hene lê çareserî tune ye. Pirsgirêkên navçeyê weke roja ewil li cihê xwe sekinî ne. Gelek kes bê war man dibe ku demekê dirêj em neçarî konteyniran bibin. Jixwe tu cihê ku mirov biçê jî tune ye."    'ZIVISTANÊ WÊ ZEHMET BIBE'   Di dawiya axaftina xwe de Şahîngoz anî ziman ku konteyner ji bo şert û mercên zivistanê ne ewle ne û wiha berdewam kir: "Em nizanin vê zivistanê em ê di hundirê van konteyniran de çibikin. Dema yek jî ji me avê li laşê xwe dike hûndir tijê av dibe. Her wiha pirsgirêka ceyranê hê çareser nebûye her tim ceyran diçe. Hûndirê konteyiran sar e. Heke xanî neyên çekirin zivistanê konteynir wê pir zehmet bibin."   MA / Mahmût Altintaş