ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-19 09:00:04   * Mexdûrên erdhejê ku li navçeya Bazarcixê di konteyniran de dijîn bi lêv kirin ku konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne û xwestin ku demildest ji wan re xanî bên çekirin.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo dîregên aparat ên wêneyên Erdogan bi wan ve hatine daliqandin, di 4 mehan de milyon û 828 hezar lîre pere xerc kir.    * Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP'ê Mûrat Mihçi diyar kir ku pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin dikare pêşî li ber atmosfera pevçûnî ya li cîhanê bigire û got ku Tirkiye maliyeta şer li civakê bar dike.    * Rojnamevan Veysî Sarisozen bilêv kir ku li pişt êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê û êrişên Îsraîlê yên Filîstînê polîtîkayên NATO'yê yên li hemberî herêmê hene û got ku her du dewlet jî sivlan hedef digirin û bi vê dixwazin herêmê tasfiye bikin.    * Rojnamevanê fransî Chrîs Den Hond destnîşan kir ku peywira rojnamevanan ew e ku rastiya kurdan ragihînin cîhanê û ji bo çareserkirina meseleya kurd jî got ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevgerek bê destpêkirin.    * Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ji ber ku ferzkirina "poşmantiyê" qebûl nekir înfaza wî hat şewitandin û cezayê wî 8 mehên din hat dirêjkirin. Nebahat Îşçî, dayika Naîf Îşçî, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Heke edelet, heq û hiqûq hebûya cezayê girtiyên nexweş nedihat dirêjkirin."    * Şaredariya AKP'î ya Kerboranê beriya hilbijartina xwecihî, 82 mal û milkên şaredariyê da ber firotinê.   * Jin dê li Amedê di çarçoveya "Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk" de ku HEDEP û Meclisa Jinan a HDP'ê dê li Enqereyê li dar bixin, li Odeya Avahîsazan bi navê "Lîberalîzm û Xwebirêxistinkirin" atolyeyê li dar bixin. (09.30) ZINDÎ   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Danişîna Doza Sereke ya Kobanê dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.10)   * Rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî şer û pevçûnan li Enqere û Amedê daxuyaniyê bidin.    * Doza Helîn Şen ku di 12'ê cotmeha 2015'an de dema li Amedê li gel dayika xwe diçû nan bigire hatibû qetilkirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (13.30)