Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin 2023-10-18 13:20:24 MÊRDÎN - Di danişîna ewil a doza “Sindoqa winda” ku li nûçegihanê me Ahmet Kanbal hatibû vekirin de biryar hate dayîn ku li şahidan were guhdarîkirin.  Nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal di hilbijartinên 14’ê gulanê de têkildarî sindoqa bi hejmar 1363 a li navçeya Artuklu ya Mêrdînê ku winda bû, nûçe çêkiribû. Ji ber nûçeya hatiye çêkirin û parvekirinên li ser medyaya dijîtal, derheqê Kanbal de bi îdiaya “Agahiyên xelet parve kiriye” doz hatibû vekirin. Li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê yekemîn danişîna dozê hate lidarxistin. Rojnameger Kanbal û parêzera wî Erdal Kuzu di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyê, rojnameger Kanbal parastina xwe kir. Kanbal, got ku li ser agahiyên hatin ber destê wî nûçe çêkiriye û ev tişt anî ziman: “Girtename hate amadekirin ku serokê sindoqê tevî sindoqê ji holê winda bûye. Her wiha parêzeran jî serlêdan kirin. Piştî ku min ev agahî berhev kirin, min ev agahî ji çavkaniyên xwe yên li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar piştrast kir. Piştre jî min nûçe çêkir. Nûçe, nûçeyeke rast e. Ji ber wê nûçeyê têm darizandin. Piştî dîtina sindoqê, min nûçe çêkir ku sindoq hatiye dîtin. Ez tawanbariyên li min tên kirin qebûl nakim. Daxwaza beraeta xwe dikim.”    PARÊZER KUZU: AGAHIYEKE XELET TUNE YE   Parêzer Erdal Kuzu jî belgeya rojnamegertiyê ya Kanbal pêşkeşî dadgehê kir û wiha got: “Serokê sindoqê bi awayekî derusûlî ji herêmê çûye û diviyabû derheqê wî de kirarî bihatina kirin.” Kuzu, mînaka girteknameya têkildarî sindoqa winda de pêşkeşî dadgehê kir û wiha domand: “Miwekîlê min ê rojnameger, ji ber wehameta bûyerê nûçe çêkir. Hesaba xwe ya X’ê (twitter) jî ji bo xebatên pîşeyî bi kar tîne. Tu kesekî texmîn nedikir ku dê sindoqa hejmar 1363 ewqas binavûdeng bibe û bibe mijara darazê. Heke ev nûçeye di rojnameya Sabahê û hwd. de bihata weşandin, dê nebûbûya mijara darazê. Di vir de mijara esasî, rojnamegertiya muxalîf e. Miwekîlê min li MA’yê dixebite lewma ev nûçe bû mijara dozê. Li holê agahiyeke xelet tune ye.”    DÊ LI ŞAHIDAN WERE GIHDARÎKIRIN   Dozger, xwest ku girteknameya resen a sindoqê ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar were xwestin û li serokê sindoqê yê winda were guhdarîkirin. Parêzer Kuzu jî xwest ku li nûnerê Partiya Çepên Kesk weke şahid bê guhdarîkirin.    Dadgehê jî biryar da ku mînakeke girteknameya nûnerê Partiya Çepên Kesk ê sindoqê ji Lijneya Hilbijartinê ya Artukluyê were xwestin, nasnameya serokê sindoqê yê winda were tespîtkirin û weke şahid lê were guhdarîkirin û li nûnerê Partiya Çepên Kesk jî weke şahid were guhdarîkirin.    Danişîna dozê taloqî 13’ê kanûnê hate kirin.