Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne 2023-10-18 11:17:35 ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku navê HEDEP’ê ew kelecan kirine û wiha gotin: “Em ji partiya xwe bibawer in. Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne.”    Partiya Çepên Kesk piştî encamên hilbijartinên giştî yên meha gulanê, guhertinên bingehîn kir. Di çarçoveya pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de bi gel re civîn li dar xist û piştî komxebatan di 15’ê cotmehê de 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Ji hevserokan heta meclisa partiyê, gelek guhertin kir û navê partiyê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Navê partiya nû dişibe navê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ku di 11’ê gulana 1994’an de hatibû avakirin. Lewma gel pir zû elimî navê nû û vî navî di nava gel de rê li ber kelecaneke mezin vekir.    ‘KURDISTAN JI VÊ TABLOYÊ MEMÛN E’    Welatiyên cizîrî têkildarî navê HEDEP’ê axivî û kelecana xwe vegotin. Ji welatiyan Osman Kartal ê 75 salî got ku tevî pîrtiya xwe jî tev li kongreya 15’ê cotmehê bûye. Kartal, diyar kir ku di kongeyê de kelecan û coşeke mezin dîtiye û ev tişt anî ziman: “Ev kongreya dawî cuda bû. Kelecan û berxwedaneke mezin hebû. Tevlibûneke pir mezin hebû. Axaftinên di kongreyê de hatin kirin, em gelek keyfxweş kirin. Ne tenê ez lê hemû kes gelek bi kelecan bû. Temamiya Kurdistanê ji vê tabloyê gelek memnûn e. Hem parlamenterên me hem jî hevserokên nû peyamên gelek xweş dan. Navê partiya me guherî. Dîsa bû HEDEP. Hêviya min heye ku dê guhertinek çêbibe. Dema em li kongreyê dinihêre, dibînin ku dê pêvajoya pêşiya me xweştir bibe.”    ‘BILA RÊVEBER BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN’   Bi domdarî Kartal bi lêv kir ku peyamên ji bo têkbirina tecrîdê ew gelek keyfxweş kirine û wiha domand: “Bi partiya nû re em ê pêş bikevin lê paş nakevin. Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gelek serkeftîtir bin. Gelê me li şûna xwe ye. Gelê me baş e. Divê rêveberên nû jî berpirsyartiya xwe pêk bînin. Divê di nava gel de bin û haya wan ji gel hebge. Divê ji bîr nekin ku gelê me ev berpirsyartî da wan lewma li hemberî gel berpirsyar in. Divê xeletiyan nekin û baldar bin.”    ‘EM JI PARTIYA XWE BIBAWER IN’    Selîm Ozgul (73) jî destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tev li kongreyê bibe û wiha got: “Lê me kongre li ser televîzyonê bi zindî temaşe kir. Bi guherandina navê partiyê re gelek keyfxweş bûm. Em ê heta roja dawiyê jî bo partiya xwe bixebitin. Îşala dê serkeftin a me be. Navê partiyê yê nû di me de kelecaneke mezin çêkir. Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne. Em ji partiya xwe bibawer in.”    ‘DEMOKRASÎ Û ARAMIYÊ DIXWAZIN’    Fethî Aslan ê 70 salî jî daxuyand ku kongre li ser televîzyonê şopandiye û ev tişt anî ziman: “Hêviya min ew e ku guherîneke nû çêbibe. Hêvîdarim bi vê kongreyê re pêvajoyeke xweş dest pê bike. Daxwaza me demokrasî û aramî ye.”    ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Welatiyê bi navê Muhammed Ozalp (70) jî da zanîn ku bi kongreya dawî re mirûzê wan gelek xweş bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Kongreya îsal gelek xurtir û xweştir derbas bû. Hewayê me jî guherî û veguherîn serdema berê. Lewma gelek keyfxweş in. Bila ev aloziya heyî bi dawî bibe. Partiya me veguherî navê xwe yê berê. Divê êdî guherîneke nû çêbibe. Vê yekê ez gelek keyfxweş kirim. Ne tenê ez lê divê hemû kes gelek keyfxweş bibe. Bila aştî û hizûr hebe. Bila tecrîd bê bidawîkirin û girtî bên berdan.”