Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in 2023-10-18 10:46:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Pentagonê têkildarî êrişa li dijî nexwexşaneya li Gazeyê daxuyanî da û wiha got: “Hamasê, biryargehên xwe di nexweşxaneyan de ava kiriye.” Li ser pirsa “Ji bo vê delîlek di destê we de heye?” jî wiha bersiv hate dayîn: “Di destê min de daneyeke wiha nîne.”    Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh têkildarî hedefgirtina Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîst a Gazeyê daxuyanî da. Singh, got ku piştgiriya wan a bi Îsraîlê re didome û ji bo pirsên têkildarî êrişa li dijî nexweşxaneyê jî got ku derheqê mijarê de zêde agahî li ber destê wê nînin.    'EM Ê PERGALA EWLEHIYÊ YA KU ÎSRAÎLÊ PÊDIVÎ PÊ HEYE BIDIN’    Singh, destnîşan kir ku ji bo alîkariya leşkerî ya didin Îsraîlê tu pêşşertên wan nînin û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku Îsraîl, Hamas a li Gazeyê bêbandor bike em ê teqez pergala ewlehiyê bidin Îsraîlê. Ev nayê wateya kuştina sivîlên bêguneh. Di hevdîtinên bi rayedarên Îsraîlê de me jê re got ku divê teqez bi hiqûqa şer bikin. Ji bo ku pêdiviyên sivîlên li Gazeyê bên pêşwazîkirin û bi awayeke ewle veguhêzin herêmên biewle jî peywendiyên me yên bi rayedarên Îsraîlê re didomin.”    Singh, ji bo êrişa li dijî nexweşxaneya li Gazeyê jî Hamas sûcdar kir û îdia kir ku Hamas xebatên xwe di nava mal û cihên sivîlan dimeşîne.    ‘DANEYEKE WIHA DI DESTÊ MIN DE NÎNE’   Singh, destnîşan kir ku divê Îsraîl di mijara hedefgirtina sivîlan de li gorî hiqûqa şer tevbigere û di vê mijarê de ji Îsraîlê bibawer in. Singh, îdia kir ku Hamas biryargehên xwe li nexweşxaneya ava kiriye. Li ser vê yekê rojnamegeran pirsa “Ji bo vê delîlek di destê we de heye yan na?” kir. Singh, ji bo vê pirsê ev bersiv da: “Di destê min de daneyeke wiha tune ye.”