Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne 2023-10-18 09:04:23 AMED - Umît Akbiyik li ser nêzî 800 kesî îfade daye. Ji kesên ku Akbiyik li ser wan îfade daye û gotiye "tev li konferansa rêxistinê bûye", di girtenameyên dadgehê de jî hat diyarkirin ku ew kes di girtîgehê de ye.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25'ê nîsanê de ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de parêzer, siyasetmedar, rojnamevan û hunermend jî di nav de nêzî 200 kes hatin binçavkirin û ji van kesan herî kêm 43 kes hatin girtin. Der barê piraniya van kesan de doz hat vekirin. Di pêvajoya dozan de, di îfadeya Akbiyik a li Midûriyeta Polîsan a Amedê de derket holê ku di 3 rojan de der barê zêdetirî 600 kesî de îfade hatiye dayîn. Akbiyik paşê hin navên kesên din jî li van navan zêde kir û hejmara van kesan 800 kesî derbas kir. Di girtenameyên îfadeyên Akbiyik de tê xuya kirin ku hemû bi gotina "kesê we ew ji min pirsî ye..." dest pê dikin. Ev yek jî nîşan dide ku îfade berê ji aliyê midûriyeta polîsan ve hatine amadekirin û fikara ku ne pêkan e Akbiyik der barê ev qas kesî de xwedî agahî be, li mirov peyda dike.    GOT 'TEV LI RÊXISTINÊ BÛYE'   Ji îfadeyên Akbiyik ên li derî rastiyê yek jî ya der barê M.Ş.Ş. de ye. Akbiyik di îfadeya xwe ya 12'ê çileya 2023'yan de ya li Midûriyeta Polîsan a Amedê, îdia kiriye ku M.Ş.Ş  tevî 15 kesan ji Amedê tev li "Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn" ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Akbiyik derpêş kiriye ku agahiyên der barê konferansê de ji Ferhat D. girtine û konferans di gulana 2018'an de hatiye lidarxistin. Akbiyik îdia kiriye ku ji Tirkiyeyê 60-70 kes tev li konferansê bûne. Akbiyik di îfadeya xwe de îdia kiriye ku kesên tev li konferansê bûne çûne kampên rêxistinê, li vir 3 rojan di warê bîrdozî de hatine perwerdekirin û piştî konferansê M.Ş.Ş. û 3-4 kesên ku navê wan nizane tev li rêxistinê bûne û venegeriyane.    ÎDIAYEKE PÛÇ   Di girtenameyên dadgehê de derket holê ku M.Ş.Ş. yê ku Akbiyik di îfadeya xwe de ji bo wî gotiye "em bi hev re tev li konferansê bûne" wê gavê di girtîgehê de bûye. M.Ş.Ş. beriya konferansa ku Akbiyik behsa wê kiriye bi 2 mehan hatiye girtin. Ji ber dozeke 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê ya der barê M.Ş.Ş. de, M.Ş.Ş., di 6'ê adara 2018'an de hatiye binçavkirin û di 8'ê adarê de hatiye girtin û piştî sal û 4 mehan hatiye berdan.