Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir 2023-10-17 16:50:20 AGIRÎ - Li navçeya Panosê Cemîl Turk ê cerdevan keça xwe kuşt û lawê xwe jî birîndar kir.    Li gundê Aktepeyê yê bi ser navçeya Panosê ya Agiriyê ve cerdevanê teqawîd ê bi navê Cemîl Turk bi sîlehê êrişî keça xwe Dîlan û lawê xwe Ercan kir.    Li ser gilîkirina gundiyan tîmên tenduristiyê û leşkeran çûn gund. Tîma tenduristiyê diyar kir ku Dîlan Turk di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Ercan Turk jî bi xedarî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneyê Dewletê y Panosê.    Piştî bûyerê leşkeran Cemîl Turk kirin binçavan.