Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn 2023-10-17 16:00:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku wesayîta li ser rêya gundek yê navçeya Koye ji aliyê balafirek bê mirov û biçek ve hate bombebarankirin, ya şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê ye û di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest daye û ji heman malbatê 3 kes jî birîndar bûne.   Danê siharê li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ve, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin. Der barê êrişê de cîgirê Rêveberiya Tenduristiyê Koye Şêrwan Celal agahî da RojNewsê û gotiye: “Bûyer li nêzî Koye pêkhat, di encamê de şofêr jiyana xwe ji dest daye û 3 kesê din ên di nava wesayîtê de jî birîndar bûne.”   Derket holê ku wesayît ya malbatek xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ye. Li gorî agahiyên ji rêveberiya Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê hatine standin, di encama êrişê de ji heman malbatê welatiyê bi navê Dilovan Îşlek ku şofêrê wesayîtê bû şehîd ketiye û 3 jinên din jî birîndar bûne.   Li gorî agahiyan ku malxezûranê xwişka Dilovan Îşlek li Ranyayê karê sewalvaniyê dike bi vê boneyê serdana Ranyayê kiribûn û dema vedigerin wargehê dibe hedefa êrişa balafira bê mirov û bi çek ya Tirkiyeyê. Malbat û xelkê Mexmûrê ji bo cenaze werbigrin, berê xwe dane Koye.