Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê 2023-10-17 14:25:31   AMED - Hat zanîn ku Şaredariya Bajarê Nû ku di bin rêveberiya qeyûm de ye wê vê carê jî 30 jê keya wê 164 kesan bibe umreye. Hevşaredar Belgîn Dîken ev pirs kir: “Gelo birina keyayan a umreyê karê şaredariyê ye?”    Şaredariya Navçeya Bajarê Nû ya Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, bi gendelî, rantê û firotina mal û milkên şaredariyê ji rojevê darnekeve, vê carê jî serî li rêbazek din a gendeliyê da. Qeyûm Mûrat Beşîkçî ku bi fortina erdên li navçeyê ji rojevê dernakeve vê carê jî beriya hilbijartinên xwecihî pêk werin 30 jê keya wê 164 kesan bişîne umreyê. Hat zanîn ku di nav kesên wê bişînin umreyê de meleyên li Lîseya Îmam Hatîbê dixebitin û xwendekar jî hene.    DÎKEN: GELO EV KARÊ ŞAREDARIYÊ YE?   Hevşaredara Bajarê Nû Belgîn Dîken a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, ragihand ku wê mesrefên 30 keyayên ku dê qeyûm wan bibe umreyê şaredarî bide. Dîken destnîşan kir ku wan agahî negirtiye ku wê kê heqê mesrefên yên din bide û got: “Şaredarî ji xelkê re xizmetguzariyê nake. Ji bo xelkê bînin ser ref û sefa xwe, keyayan xelat dikin. Keyayan xelat dikin û wan dibin umreyê.   Lê ji xelkê re xizmet nîn e. Di warê qadên çand û jinan de tu xizmet û proje nîn e. Bi ser keyayan re dixwazin bajêr bi rê ve bibin. Pere û budçeya şaredariyê ji bo keyayan xerc dikin. Gelo şandina keyayan a umreyê kare şaredariyê ye?’    KEYAYAN ÇÛNA UMREYÊ PIŞTRAST KIR    Me der barê mijara navborî de ji keyayan agahî wergirt û keyayan jî piştrast kir ku wê şaredarî wan îro bişîne umreyê.    BIHAYÊ UMREYÊ    Bihayê çûna umreyê ya îsal di navbera hezar û 100 dolar û hezar û 350 dolarî de diguhere.    MA / Mujdat Can