Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin 2023-10-17 09:34:50 ENQERE - Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Polîsan îro di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li bajar bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku lêpirsîn bi hinceta tevlibûna pîrozbahiya Newroza sala 2022’yan û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.