Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî! 2023-10-17 09:04:32 AMED - Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan ji ber navê Andok ê li ser formayê Amedsporê, forma neda girtî. Lijneyê derpêş kir ku navê Andok ku navê çiyayê herî bilind ê Amedê ye "propagandaya rêxistinê" dihewîne û forma neda girtî.    Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan ji ber navê Andok ê li ser formayê Amedsporê, forma neda girtî. Lijneyê derpêş kir ku navê Andok ku li navçeya Pasûr a Amedê navê çiyayê herî bilind ê Amedê ye "propagandaya rêxistinê" dihewîne û forma neda girtî.    LIJNE KOM BÛ   Suleyman Arslan ê 22 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan de ye, malbata wî jê re bi navê "Andok" formayekî Amedsporê şand. Lê belê îdareya girtîgehê forme neda Arslan. Arslan jî ji bo forme wergire daxwaznameyek da. Li ser vê Lijneya Îdare û Çavdêriyê li hev civiya. Lijneyê formayê hat şandin di çaçroveya "propagandaya rêxistinê" de nirxand û daxwaza wergirtina forma ya Arslan red kir.    Lijneyê di hinceta xwe ya ji bo nedana forma gotiye: "Andok li bakurê Licê çiyayek e û PKK'ê di sala 1996'an de li wir kamp ava kiriye û ev ji aliyê endamên rêxistinê ve wekî bernav tê bikaranîn..."   LIJNEYÊ ÇIYA BIR LICÊ!   Lijneyê di biryara xwe de îdia kir ku Çiyayê Andokê yê di navbera navçeya Pasûrê û Mûşê de ye, li bakurê Licê ye.    DÊ FORMA BIDIN MALBATÊ   Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ku bi yekdengî biryar girt, formayê Amedsporê di çarçoveya "propagandaya rêxistinê" de nirxand û biryar da ku forma nedin Arslan û ji malbata wî re bê şandin.