Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin 2023-10-17 09:02:52 MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce ji bo daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Em li cem birayên xwe yên filistinî ne" polîtîkayeke durû ye û got ku di heman saetê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî sivîlan hatiye kirin.  Desthilata AKP'ê ku têkşikîna DAIŞ'ê tehemûl nekir, bi salan e hem di bin navê "tevgerê" de hem jî bi Amûrên Hewayî yên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Desthilat AKP'ê ku di 4'ê cotmehê de binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qadên jiyanê yên sivîlan hedef girt, di şerê Îsraîl-Filistînê de balê dikişîne ser hedefgirtina sivîlan. Ev helwesta desthilatê bû cihê bertekan.    Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Damezirandina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filîstînê nirxand.    POLÎTÎKAYA DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN   Yuce, anî ziman ku piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li hemberî Wezareta Karên Navxweyî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê car din dest pê kirine. Yuce, bilêv kir ku hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê polîtîkaya dijminatiya li hemberî kurdan e û got: "Ev şerê li Rojava ji bo gelên Tirkiyeyê û kedkaran dibe cihê xizanî, zext û kedxwariyeke zêdetir. Desthilata AKP-MHP'ê bi hemû kesên li dijî xwe re şer dike. Em li vir bi salan e durûtiya Amerîkayê û dewletên din dibînin. Gava operasyon tên kirin û mirovên sivîl tên kuştin, xwe li bêdengiyê datînin. Li vir a girîng beka û berjewendiyên desthilatan e, çewisandina gelê kurd û gelên din ne xema wan e."    ‘PARADÎGMA HEDEF TÊ GIRTIN'   Yuce bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Ev şer xizmeta berjewendiyên dewletan û sermayeyê dikin. Şerê li Rojava, li dijî hemû kesên doza wekhevî, azadî û aştiyê dikin. Li Rojava paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê hedef hat girtin. Têkoşîna li Rojavayê bi salan e ji bo jinan û hemû gelan bûye cihê hêvî û îlhamê. Li dijî barbarên DAIŞ'ê têkoşîna azadiyê ya jinan rabû ser pêyan û li wir şoreşeke ku peyama gel xwe bi xwe bi rê ve dibin dide, tê birêvebirin. Desthilat li vir dijminatiya vê paradîgmayê û dijminatiya jinan dike. Ev dewlet, ditirse ku paradîgmaya ku li Rojavayê bi ruh û can bûye, li Tirkiyeyê jî berbelav bibe."    POLÎTÎKAYA AKP'Ê YA JI BO ROJAVA Û FILISTÎNÊ   Yuce bal kişand ser şerê ku car din di navbera Îsraîl û Filistînê de gur bû û wiha domand: "Li Filistinê 75 sal in şerek heye û gelê Filistînê li dijî dewleta Sîyonîst a Îsraîlê têdikoşe. Hin weşan hatin çêkirin ku berxwedana gelê Filistînê berevajî kirin û Îsraîlê mafdar kirin. Ev gel bi salan e ji warê xwe tên koçberkirin û kuştin. Rêbazên Hamasê şaş in û qetilkirian sivîlan nayê qebûlkirin, lê têkoşîneke ku di vê de neyê asêkirin heye. Îsraîlê ji bo tolhilgirtinê Xazeyê dorpêç kir û li wir gelê sivîl kuşt û nexweşxaneyan bombeberan kir, lê hêzên navneteweyî bêdeng man. Li Tirkiyeyê jî desthilata AKP'ê polîtîkayeke durû esas girt. Gotina AKP'ê ku dibêje 'em li cem birayên xwe yên filistînî ne' ne gotineke pir rasteqîner e. Di heman saetê de wê li Rojavayê sivîl qetil kirin û ew der bombeberan kirin, lê ji bo qetilkirina sivîlan a ji aliyê Îsraîlê re negot na."    ‘TEKANE ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ YE'   Yuce anî ziman ku bi kûrbûna şer re nijadperestî jî kûr bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev şer bi tu awayî ne ji bo gelan e. Lewma divê em têkoşîna xwe ya ji bo aştî, wekhevî û azadiyê bilind bikin. Berjewendiyên netew-dewletan, çavberdana wan a Rojhilata Navîn didome û dê bidome. Heya aştî tune be, edalet tuine be dê ev şer bidomin. Tekane çareserî; ew e ku gel bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin, nasname û azadî esas bên girtin û dagirkerî bi dawî bibe. Divê bê dîtin ku şer li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke mezin e û tundî her diçe zêde dibe. Divê hem raya navneteweyî hem jî raya xwecihî li hember vê bêdeng nemîne. Kesên niha li dijî êrişên Îsraîlê li hember pêkanînên li Filistînê radibin, di heman demê de divê li hember êrişên li ser Rojavayê jî rabin. Divê hemû gel û bindest li divî van êrişan rabin. Divê bi eşkereyî bê teşhîrkirin ku rejîma AKP'ê ne li gel gelê Filistînê ye."    MA / Dîlan Akyol