Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye 2023-10-16 10:25:03 AMED - Firat Gereklî yê li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S’yê girtî ye diyar kir ku gef li wî û hevalên wî hatiye xwarin û got: “Tiştek were serê me berpirsiyarê wê midûrê girtîgehê ye.”    Ji Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S’yê jî xeberên îşkence, muamaleya xerab û gefxwarinê tê. Berê jî bi van mijaran ketibû rojevê. Girtiyê siyasî Sezer Alan li vê girtîgehê di 20’ê sibata 2022’yan de û Sînan Kaya jî di 20’ê adara 2022’yan de li vê girtîgehê bi awayên guman jiyana xwe ji dest dabûn. Firat Gereklî yê li heman girtîgehê tê ragirtin duh bi telefonê li gel malbata xwe axivî û ji malbata xwe re ragihand ku ew û hevalên xwe bi gefxwarinê re rû bi rû mane.    ‘MIDÛR GEF LI ME XWAR’    Gereklî ragihand ku ev demeke midûrê girtîgehê gefan li wî û hevalên wî dixwe û got: “Li vê girtîgehê berê girtiyan bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Heke heman tişt were sere me berpirsiyarê wê midûrê girtîgehê ye.”   JI EWLEHIYA JIYANA LAWÊ XWE BI FIKAR E    Bavê wî Kadîr Gereklî jî destnîşan kir ku ew ji ewlehiya jiyana lawê xwe bi fikar e û got: “Tu tiştek tune ye jî lê midûrê girtîgehê gefan li lawê min û hevalên wî dixwe. Gefxwarin çi ye… Berê jî li wê girtîgehê girtî miribûn û hatibû gotin ku întîxar kirine. Ez gazî rayedaran dikim; li ser vê meseleyê bisekinin. Bila lawê min bînin cihek nêzî min. Ez li Bûrsayê dimînim û ev du sal û nîv in neçûme hevdîtina lawê xwe.”