Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin 2023-10-16 08:52:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 7 bajaran bi rengê zer hişyariya barîna barana zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji bo bajarên Agirî, Bedlîs, Wan, Kastamonu, Sakarya, Zonguldak û Bartinê bi koda zer hişyariya barîna barana zêde kir. Her wiha tê texmînkirin ku li qeraxên Edene û Hatayê, li devera qeraxê ya Behra Reş û bajarên Sakarya, Wan, Agirî û Bedlîsê baraneke zêde bibare.