Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê 2023-10-15 17:27:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo nivîskar û rojnamevan Necmedîn Salaz, sibe wê li bajarê Silêmaniyê merasîma bîranînê were lidarxistin û piştre cenaze bişînin bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê.   Yek ji pêşengên kevneşopiya Çapemeniya Azad Necmedîn Salah duh di saetên sibehê de li nexweşxaneya Smart a li Silêmaniyê ku demek dirêj bû tedawî didît, di temenê 65 saliya xwe de koça dawî kir.   Biryare sibe saet di 10:00’an de li Sînemaya Salim a li Silêmaniyê wê ji bo Necmedîn Salaz merasîma bîranînê were lidarxistin.   Her wiha piştî merasîmê wê cenazeyê Salaz ber bi bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê ango cihê lê jidayikbûye ve were oxirkirin.