Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7 2023-10-15 15:09:03 NAVENDA NÛÇEYAN -  Otobûseke rêwiyan li navçeya Gurunê wergeriya û hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7.    Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 44 AK 213’an Van Golu Turîzmê ku sefera Stenbol-Wanê dike, li derdora herêma Yazyurdu ya navçeya Gurunê ya Sêwasê wergeriya. Hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7. Her wiha 40 kes jî di qezayê de birîndar bûn. Piştî qezayê, komên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman, pacên otobûsê şikandin û rêwiyên asê mayîn derxistin.    Di qezayê de 7 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn. Rêwiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê derdorê. Li herêmê baraneke zêde dibare û xebatên rakirina otobûsê berdewam in.