Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’ 2023-10-15 11:47:59 ENQERE - Girtiyên siyasî ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk peyam şandin û wiha gotin: “Em ji şer, dagirkerî, mêtingerî û tecrîda li gelê me tê ferzkirin re dibêjin ‘Na.’”    Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe.  Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn û peyama girtiyên siyasî hate xwendin. Girtiyên ku ji konsepta şer a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê tê kûrkirin re gotin “Na”, berxwedana gelan silav kirin û gotin: “Hêza me ya guherandinê heye.”    ‘DÊ KOMPLOGER TÊK BIÇIN’    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin kongre silav kir û wiha got: “Gelê me yê hêja û jin, ciwan û rêhevalên me yên delal merheba ji we re! Dîwana kongreyê, hevalên me yên partiyê, tevahiya delegeyan û hemû beşdaran û hemû mêvanan bi rêzdarî silav dikin. Tişta ku me nû dike, domdariya têkoşînê ye. Teslîmnebûna rewşa heyî ye. Yên ku êrişên giran li dijî xeta me ya azadîxwaziya jinê ya demokratîk dikin, bi hezaran komployên cur bi cur, yên bi hîleyan hewl didin me qels bikin, careke din dê li hemberî enerjiya me ya nûbûnê têk biçin. Dîlgirtiyên siyasî, girtiyên şoereşger dê her tim li cem we bin. Ji Filistînê heta Rojava, em ê di her şert û mercan de têkoşîna gelên xwe ya ji bo hebûnê, têkoşîna nan a karkeran, têkoşîna jiyanê ya jinan û têkoşîna doza azadî û edaletê ya me tevan biparêzin. Bi hêviya ku kongreya me ya mezin ber bi mirovahiya mezin ve bibe û hêzê bide kesên ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê daxwaza maf û azadiyê dikin. We tevan birêzdarî, bi hezkirin û bi hesret silav dikin.”    Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Semra Guzel jî ji Girtîgeha Kandirayê ev peyam şand: “Têkoşîna me ya demokrasî û maf a bi sala ye em didomînin, hem li hundir û hem jî li derve didome. Her çend ku hewl bidin vîna gelê me di nava çar dîwaran de hefs bikin jî, dilê me li qadan û îro bi we re li eywana kongreyê lê dide. Bi enerjî û motîvasyona serdema nû re ez ji hemû rêhevalên xwe û ji bo gelê xwe serkeftinê dixwazim. Kongreya me li me tevan û li hemû hêzên demokrasiyê û evîndarên azadiyê yên hêviya xwe girêdayî partiya me kirin pîroz be.”    JIN: XÎRETA ME YA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ HEYE    Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Zeynep Karaman û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin jî li ser navê jinên di Doza Kobanê de tên ragirtin peyamek şandin. Di peyamê de kongre hate silavkirin û ev peyam hate dayîn: “Em; gelê xwe yê tarîtî çirandî û ji bo pêşeroja ronî li ber xwe dide, jinan, rêhevalên xwe, delegasyona kongreyê û hemû dostên xwe yên ji bo piştevaniya bi kongreyê re hatin bi coşa têkoşîna xwe ya azadiyê û bi berxwedana xwe silav dikin. Weke kesên ji bo aştiyeke birûmet a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dest bi vê rêwîtiyê kirin; ji şer, dagirkerî, mêtingerî û tecrîda li ser gelê me tê ferzkirin re dibêjin ‘Na’ û piştevaniya xwe ya bi têkoşîna gelên mazlum re careke din diyar dikin. Li dijî krîza aborî, bêkarî, xizanî, bêedaletî û tundiya bêeman a dewletê hêza me ya guhertinê heye û em xwedî xîreta têkoşînê ne. Wan kesên di vê rêya zehmet û birûmet de dimeşin silav dikin. Ji bo hevserokên nû yên ku dê di kongreya me de bên hilbijartin re serkeftinê dixwazin, spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêhevalên xwe yên di têkoşîna heta niha de cih girtin dikin. Di serî de jinên kurdistanî û tirkiyeyî, bi hêza em ji têkoşîna tevahiya jinên cîhanê digirein vê kongreyê silav dikin. Jin, jiyan, azadî.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tên ragirtin jî ji bo kongreyê ev peyam şandin: “Bi hêviya ku kongreya me serkeftî be, em ji bo hemû beşdaran, delegeyan, dostên xwe û gelê xwe yê tev li kongreyê bû silavan dişînin. Bi hêviya ku di rojên azad de em hev bibînin. Serkeftin.”    ‘EM Ê VÊ RÊYA ZEHMET BIGIHÎNIN AZADIYÊ’   Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Alî Urkut û Bulent Parmaksiz ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tên ragirtin û ji Doza Kobanê tên darizandin jî ev peyam şandin: “Em kongreyê bi coşa şoreşger a berxwedana biheybet a rêhevalên xwe ya li dijî faşîzmê raber dikin, bi coşa têkoşîna jinan a li kolanan li dijî zilmê tê raberkirin û bi coşa têkoşîna kedkaran ali dijî polîtîkayên kedxwariyê û zextê silav dikin. Ji Filistînê heta Rojava, mezintirîn berxwedanên dîroka mirovahiyê ya gelan a li hemberî îktîdarên zalim û mêtingeriyê ji bo hemû bindestên cîhanê bûye hêvî. Em ê vê rêya zehmet a li pêşiya me bi berxwedanê û bi dilwêrekî derbas bikin û bi ser kevin. Em ji bo hevserokên giştî yên ku dê di kongreya me de bên hilbijartin, ji endamên meclisa partiyê re serkeftinê dixwazin û spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêhevalên xwe yên heta niha ji bo vê têkoşînê ked dayîn pêşkeş dikin.”