Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin 2023-10-15 09:43:37 ENQERE - Hat zanîn ku Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya Partiya Çepên Kesk dê ji bo peywira hevserokatiyê navên Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan pêşkeşî kongreyê bike.  Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li  dar dixe. Ji bo Meclisa Partiyê û hevserokatiya giştî dê tenê lîsteyek bê pêşkeşkirin.    Hat zanîn ku Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya Partiya Çepên Kesk dê ji bo peywira hevserokatiyê navên Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan pêşkeşî kongreyê bike. Heke bên qebûlkirin, dê Hatîmogûllari û Bakirhan bibin hevserokên nû yên partiyê.    Dê hilbijartina hevserokên giştî û endamên PM’ê piştî nîvro bê lidarxistin.