Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê 2023-10-15 09:06:14   ÎZMÎR - Înfaza Mehmet Şîrîn Gumuş ê 30 sal in girtiye, ji ber cezayên hucreyê ku berê lê hatibûn birîn, hat şewitandin. Dozgerê girtîgehê, diyar kir ku biryara betalkirinê ya dadgehê esas nagire û berdana wî asteng kir.   Înfaza girtî Mehmet Şîrîn Gumuş (68) ku 30 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Şakran a Îzmîrê de ye, ji ber cezayên hucreyê yên berê lê hatibûn birîn hat şewitandin. Gumuş di 9'ê tebaxa 1993'yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û ji ber îfadeyên şahidan di 16'ê tebaxa 1993'yan de hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekparetiya dewletê" cezayê muebedê lê birî.    Gumuş ku 30 sal in girtiye û diviyabû di 9'ê tebaxê de bihata berdan, ji ber cezayên hucreyê yên berê lê hatine birîn nehat berdan. Li gorî vê, dê Gumuş 6 salên din jî di girtîgehê de bimîne.    Parêzerê wî Avdulhadî Çetîn, ji ber 8 hucreyên cezayê yên li muwekîlê wî hatine birîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Karşiyakayê da. Piştî îtirazan 4 cezayên hucreyê hatin betalkirin û cezayek jî hat înfazkirin û îtiraza ji bo 3 cezayan jî didome.    DADGER QEBÛL KIR, DOZGER ÎTIRAZ KIR   Parêzer Çetîn piştî şewitandina înfaza muwekîlê wî ji bo berdana bi kontrola edlî di 23'yê hezîrana 2023'yan de serî li 2'yemîn Dadgeriya Înfazê ya Karşiyakayê da. Dadgeriya Înfazê piştî vekolînê îtiraza parêzer qebûl kir.    Parêzer Çetîn got: "Ger îdareya girtîgehê heya 7 rojan îtirazî biryara dadgeriyê neke, divê muwekîlê me bê berdan. Em 7 rojan man. Kesî ji bo îtirazaê serî li 1'emîn Dadgeha Cezayên giran a  Karşiyakayê neda û biryar teqez bû. Piştî teqezbûna biryarê me hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re kir. Lê belê dozger got biryara dadgeriyê wan eleqedar nake û vê biryarê nas nakin."    Çetîn bilêv kir ku dozgerê girtîgehê ji bo tanzîmkirina mudetê ji wan xwestiye ku serlêdanê bikin û wan jî serlêdan kiriye û niha li benda biryarê ne. Çetîn diyar kir ku îdareyên girtîgehan rêziknameyên xwe wekî hincet nîşan didin û biryarên dadgeriyan qebûl nakin û wiha pê de çû: "Dozgerên girtîgehan jî rêziknameyên girtîgehan wekî hincet nîşan didin û guh li van biryaran nakin. Bi taybetî gava mesele girtiyên siyasî be, biryar teqez bibe jî pêk nayînin. Ev îhmalkirina peywirê û nelirêtî ye."    Hevjîna Gumuş, Sureyya Gumuş jî xwest hevjînê wê bê berdan û rojek berî rojekê dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê. Gumuş, got ku ew vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin.    MA / Delal Akyuz