Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin 2023-10-15 09:04:37 ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen, diyar kir ku AKP beriya hilbijartina herêmên xwecihî di nav hewlêdanên neqanûnî de ye û got: "Niha li cihên weke navçeyên me Elkê, Qilêban û Basayê diçin gundan gef li keyayan dixwin û ji wan daxwaz dikin ku hin hilbijêrên weke cerdevan û leşkeran ser navenda navçeyan qeyd bikin. Careke din dixwazin ku bi hîleyan şaredariyên me dagir bikin."    Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên dê di 31'ê Adara 2024'an de pêk were re hîle û lîstikên desthilata AKP'ê jî ketin dewrê. Desthilata AKP'ê ya ku di her serdema hilbijartinê de serî li fêlbaziyên cûrbecûr dide vê carê jî dixwaze di hilbijartina herêmî de bi "veguhestina hilbijêran" bi awayekî neqanûnî şaredariyan bi dest bixe. Şirnexa ku bi salane bi polîtîkayên "ewlehiyê yên taybet" tê birêvebirin di her hilbijartinan de rastî van kirinan tê. AKP'a ku li Şirnexê seferberî îlan kiriye di vê hilbijartinê de jî bi heman pêkanînan dixwaze ku şaredariyan desteser bike. Bi veguhestina dengên cerdevanan ya navendên navçeyan û bi cihkirina leşkeran a navend û navçeyan îşaretê vê yekê ji niha ve tê dayin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Abdullah Gungen polîtîkayên hilbijartinê yên AKP'ê yên derveyî qanûnê li herêmê daye destpêkirin nirxand.   'ŞAREDARIYA ŞIRNEXÊ BI HÎLEYAN DESTESERKIRIN'   Hevserokê HDP'ê yê bajêr Abdullah Gungen ê anî ziman ku AKP'ê ji niha ve dek û dolabên xwe yên li ser herêmê dane destpêkirin, diyar kir ku AKP armanc dike ku careke din bi awayekî nehiqûqî şaredariya Şirnexê dagir bike û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ji avabûnê heta niha hem di hilbijartinên giştî û hem jî yên herêmî de polîtîkayek taybet li ser civakê dide meşandin. Di her hilbijartinan de deq û dolabên wan berçav in. Ji hilbijêrên herêmî bigirin heta li ser penaberan lîstine û bi hîleyan ketiye hilbijartinan. Bi taybetî li Kurdistanê ev polîtîkaya wan aşkere tê meşandin. Vê polîtîkaya xwe jî pîranî li ser bajarên biçûk ê ku hejmara leşkeriyê tê de zêde ye vê polîtîkaya xwe li van deran baş dide meşandin. Di hilbijartinên derbas bûyî de wan bi xwe anî ziman û gotin, 'em evqas hilbijêr li bajaran bi cih kirin' her wiha di vê mijarê de îtîrafên rayedarên wan bi xwe jî hene. Di hilbijartina borî ya herêmên xwecihî de zêdetirî 10 hezaran deng ji derve anîn li vê herêmê qeyd kirin. Ev kes dibe ku leşker bin, dibe polîs bin û dibe ku malbatên wan bin. Şaredarê Şirnexê dibêje, 'ez ne şaredarê Şirnexê me çimkî Şirnexiyan deng nedane me' dema ku mirov van gotinan û kirinan tîne ba hev mirov baş dibîne ku şaredariya Şirnexê qezenc nekirine. Bila bizanibin ku ew şaredarî ne ya Şirnexê ye û ew ne şaredarê Şirnexê ye. Niha jî li gel nêzîkbûna hilbijartinê pêkanînên wan pîranî jî li ser gundan, bi cerdevanan re destpêkirin. Ji wan re dibêjin 'hûn dê bi ser navê ewlehiyê xwe ser navendên bajaran qeyd bikin' heke ku AKP ji xwe bawer be bila bi awayekî demokratîk bikeve hilbijartinê. Her dengek îrade ye, namûs e."   'DI GUNDAN DE GEF LI KEYAYAN DIXWIN'   Gungen, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku wan li dijî kirinên AKP'ê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin û ev agahî dan: "Niha li cihên weke navçeyên me Elkê, Qilêbanê û Basayê diçin gundan gefê li keyayan dixwin û ji wan daxwaz dikin ku hin hilbijêrên weke cerdevan û leşkeran li ser navenda navçeyan qeyd bikin. Li hemberî vê pêkanîna AKP'ê me serlêdanên xwe yên hiqûqî kirin. Me ji nifûsê re jî gotiye û daxwaznameyên xwe jî dane. AKP di van 20 salan de elimî van pêkanînên derveyî hiqûqê. Li dijî vê em ê tekoşîna xwe ya hiqûqî bidin. Li dijî van pêkanînan divê ku gelê me jî hişyar be. Em bang li gelê xwe dikin, dengê we li ku be bila li wir dengê xwe biavêjin. Îro ne heqê kesekê ye ku bi dengê xwe qedera bajarekî, bajarokekî yan jî gundekî biguherîne. Ev ne tişteke exleqî ye. Ji ber wê em ji gelê xwe re dibêjin neyên lîstokên AKP'ê. Di vê qeyrana mezin a li Tirkiye û Kurdistanê de ku gel nêçarin û birçîne, tenê rojeke qesrê ya Erdogan dikare gel hemû xwedî bike.Ji ber herkesê ku xwedî wijdane divê ku vê bibîne û xwedî li partiya xwe derbikeve. "   'TU FERQA ŞAREDARÊ AKP'Ê Û QEYÛM NÎNE'   Gungen, bi lêv kir ku şaredarê AKP'ê polîtîkayên hikûmetê yê giştî li ser gel dide ferzkirin û got: "Her çiqas di van pênc salan de şaredarî di destê AKP'ê de jî be em di gel de dibînin ku gel jê neraziye. Me sê serdeman şaredariya Şirnexê standiye û di wan sê serdeman de gel dît ku ew şaredarî şaredariya gel e. Hemû kar û xebatên wê jî berçavane. Îro kesek nikare biçe şaredariyê û derdê xwe û pirsgirêkên xwe ji şaredariya AKP'ê re vebêje. Îro ti ferqa şaredariya AKP'ê ya Şirnexê û qeyûm nîne. Her çendî hikûmeta AKP’ê şaredariya Şirnexê bi hîleyan desteserkiribe jî hem di nava gel de hem jî û bi nêrîna me ti ferqa wê û qeyûm nine. Çima em vêdibêjin? Ji ber ku şaredarê AKP'ê polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yê giştî li ser bajêr dide meşandin. Îro ti xîzmet nîne, guhdarîkirin û çareserkirina pirsgirêkan nîne. Ji ber wê em dibêjin divê ku herkesek xwedî li raya xwe derbikeve. Divê ku herkesek bibêje ku ez xwedî nirx im û xwedî îradeya xwe û rûmeta xwe derbikeve.”    MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş