ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-15 09:00:20   * Alî Erden ku piştî 13 salan ji girtîgehê hat berdan destnîşan kir ku girtîgeh bûne "navendên îşkenceyê" û girtiyên nexweş û hemû girtî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û tecrîda li girtîgehan belavî ser hemû civakê bûye.   * Hevserokê HDP'a Şirnexê Abdullah Gungen, diyar kir ku AKP beriya hilbijartina herêmên xwecihî di nav hewlêdanên neqanûnî de ye û got: "Niha li cihên weke navçeyên me Elkê, Qilêban û Basayê diçin gundan gef li keyayan dixwin û ji wan daxwaz dikin ku hin hilbijêrên weke cerdevan û leşkeran ser navenda navçeyan qeyd bikin. Careke din dixwazin ku bi hîleyan şaredariyên me dagir bikin."    * Înfaza Mehmet Şîrîn Gumuş ê 30 sal in girtiye, ji ber cezayên hucreyê ku berê lê hatibûn birîn, hat şewitandin. Dozgerê girtîgehê, diyar kir ku biryara betalkirinê ya dadgehê esas nagire û berdana wî asteng kir.   * Endama Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Ayşegul Devecîoglûyê diyar kir ku Tirkiye statuya kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û got ku berxwedana gelê kurd rewa ye û divê civak jî li dijî van êrişan bitêkoşe.   * Partiya Çepên Kesk dê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî bi dirûşma “Ji bo azadiyê” li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   * Şaxa SES’ê ya Rihayê dê 11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî bi dirûşma “Ji bo tenduristiya gelan ji tecrîd û şer re na” li Baroya Rihayê li dar bixe. (10.00)   * “Rojên Marksîzmê” ku Dibistana Marksîst li Amedê li dar dixe dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-17.30)