Acarê HDP'î hat binçavkirin 2023-10-14 22:02:41   ŞIRNEX - Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr ê HDP'î Lokman Acar yê Şirnexê hate binçavkirin.   Li navçeya Hezex a Şirnexê polîsan avêt ser mala endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Lokman Acar. Hat zanîn ku piştî ku Acar hatiye binçavkirin polîsan bi ser mala wî de girtine. Di serdegirtina mala Acar de bi saetan li malê lêgerîn hat kirin. Sedema binçavkirina Acar nehat hînkirin.    Hat ragihandin ku Acar birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.