Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide 2023-10-14 09:01:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser tevahiya Kurdistanê li ser bingeha tunekirina kurdan pêk tên û got: “Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî din jî fermana kuştina kurdan dide.”   Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi ser wîlayeta Mûsila Iraqê ve ye. Ev wargeh di bin banê Neteweyên Yekbûyî de ye. Şêniyên wargehê hemû ji xelkê bakurê Kurdistanê yên ji salên 90’î ji ber şer reviyan e pêk tê. Bi hezaran welatî li wargehê dijîn û xwe bi xwe pergala xwe ya li wir ava kirine. Lê roj tune ku Tirkiye êriş nabe ser wir. Tirkiye bi bombeyan êriş dibe ser wargehê. Di 4 salên dawî de Tirkiyeyê bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) 13 êrişan bir ser wargehê. Li wargeha penaberên kurd ku 12 hezar kes lê dijî, di 7’ê cotmehê de bû armanca êrişên Tirkiyeyê û bombe li mizgeftekê hatin barandin. Di êrişê de dayikek û du zarokên xwe birîndar bûn.    Tirkiyeyê duh bi şev jî bi SÎHA’yan êriş bir ser wargehê û di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed a 50 salî birîndar bû.    Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ji ajansa me re axivî û êrişên li ser wargehê nirxand. Budak diyar kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyeyê bi armanca tunekirina kurdan pêk tên û di êrişên heya niha de bi dehan welatî hatine qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûne.    ‘TIRKIYE DEMA DIXITIME ÊRIŞ DIKE’    Budak ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser wargehê bên sekinandin bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û hemû raya giştî ya cîhanê kir û wiha got: “Tirkiye kengê di siyaseta xwe ya navxweyî de bixitime, êrişî Mexmûrê, Şengal û rojavayê Kurdistanê dike. Tirkiye dema ku lîsteya xwe ya êrişan eşkere dike, ewilî Şengal, paşê Mexmûr, Qendîl û Rojava rêz dike. Ev deverên ez qala wan dikim, wargeh û cihên azad in. Li van deveran kurdan bi îradeya xwe azad nîşan dan û hewl didin jiyanek azad ava bikin. Ji bo vê yekê Tirkiye van deveran dike armanca xwe. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên kurdan tune bike. Bi vê xeyalê êriş dike.”    ‘RAYEDARAN SÎNYALA ÊRIŞAN DA’    Budak anî ziman ku piştî çalakiya HPG’ê ya li Enqereyê di 1’ê cotmehê de pêk anî, rayedarên Tirkiyeyê di peyam û gotinên xwe de gef li deverên navborî xwarine û sînyala êrişan dane. Budak da zanîn ku Tirkiye nemaze êrişî cihên sivîlan, santralên ceyranê û cihên hewcedariyên rojane yên xelkê lê tên dabînkirin dike û got: “Tirkiye her li ber PKK’ê nikare di êrişên de serkeftiyê bi destê xwe bixe, jîngehên sivîl dike hedefa xwe.”    ‘LI ALIYEKÎ BI QURANÊ SOND DIXWE Û LI ALIYEKÎ KURDAN DIKUJE’    Budak diyar kir ku siyaseta ku Tirkiye bi rê ve dibe li ser “bêehlaqiyê” û “derewan” dike û wiha got: “Nemaze polîtîkaya ku Erdogan li Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, polîtîkayek durû ye. Di destekî wî de Qurana Kerîm heye û dibêje, ‘xwişk û birayên min î misilman’ û li aliyekî jî êrişên Îsraîlê şermezar dike û li aliyekî jî her roj heman tiştî tîne serê Kurdistanê. Erdogan li rojavayê Kurdistanê mizgeft, dibistan, nexweşxane û tesîsên avê bombebaran dike. Van tiştên ku dike ji bo xwe rewa dibîne û lê dema hinek din heman tiştî dikin wan bi sûcê şer pênase dike. Tirkiye bi pêşengiya Erdogan êrişî Mexmûrê dike. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê 300 qat ji êrişên Hamas û Îsraîlê zêdetir in.”    ‘ARMANC TUNEKIRINA KURDAN E’    Budak destnîşan kir ku nemaze Tirkiye di 20 salên dawî de bi serkêşiya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan polîtîkaya tunekirina kurdan bi rê ve dibe û got: “Gelek caran muzakereyên ji bo aştiyê hatin kirin, bi destê Erdogan hatin xitimandin. Kurdan xwest şer bi dawî bibe lê Erdogan xwesteka wan nîvco hişt. Tirkiyeyê her tim di şer de israr kir. Dijwarkirina tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israrkirina şer e. Ev şer tenê ne parçeyek Kurdistanê dike armanc, ev şer ji bo tunekirina hemû kurdan tê kirin. Divê mirov viya wisa binirxîne.”    ‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E’    Budak bang li kurdan û dostên wan kir û wiha axivî: “Heke em jiyanek bi rûmet bixwazin divê ewilî armanca me rakirina tecrîdê be. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe û birêz Abdullah Ocalan azad nebe, wê li Rojhilata Navîn tu aştî pêk neyê. Çareseriya alozî û krîzên li Rojhilata Navîn bi azadiya birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Heke em tecrîda li Îmraliyê rakin, em ê dikaribin van êrişan jî bidin qedandin. Dema tecrîd rabe wê çareserî jî pê re were. Ji bilî vê tu rêyek din nîn e. Heke tecrîd bê rakirin wê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de kurd nebin mijara bazariyê. Li şûna bazariyê wê kurd li ser maseyê bin. Wê kurd di sedsala nû de bibin xwedî gotin.”    MA / Omer Akin