Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-10-14 08:59:53   AMED - Li navçeyên Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li navçeya navendî Bajarê Nû û navçeya Licê yên Amedê 11’ê cotmehê di serdegirtinên malan de Welat Yalçin, Fuat Yalçin, Mustafa û Yahfur Çelîk ên birayên hev hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên li Emniyeta Amedê wan sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” ji wan pirsan kir. Dozger her çar kesan bi daxwaza kontrola edlî seqî dadgeriyê kir û dadger her çar kesan berda.