Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin 2023-10-13 19:04:47       ENQERE - Parêzer Çîgdem Kozanê anî ziman ku muwekîla wê Ayla Akat Ata di dema parlementeriya xwe de bi awayekî nelirê hatiye guhdarîkirin û dozger û dadgerên ku der barê daxuyaniyên nabin cihê sûc de biryara guhdarîkirinê dane jî bi îdiaya ku FETO'yî bûne hatine îxrackirin.    Hevserokên Gitşî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedar di çaçroveya Doza Kobanê de tên darizandin. Rûniştina dawî ya danişîna 36'an a dozê dest pê mkir. Doz ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve li hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Sebahat Tûncel û parêzerên wan tevlî rûniştina îro ya ddanişînê bûn.    Yuksekdag jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Di danişînê de ewilî parêzeê Ayla Akat Atayê Metîn Kaya axivî. Kaya bertek nîşanî mutalaayê da û got ku di mutalaayê de muwekîla wî wekî "rê li ber bûyeran vekiribe" hatiye nîşandan. Kaya bal kişand ser îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" ya ku muwekîla wî pê tê darizandin jî û got ku ev îdiaya sûcî, sûcê "armancê" ye û ji bo sûceke wiha çêbibe pêdivî bi sûcê "amûrê" jî heye. Kaya diyar kir ku der barê muwekîla wî de daneyeke bebriçav tune ye û got ku ji ber vê jî ne pêkan e ku muwekîla wî di çarçoveya s»cê armancê de bê tawanbarkirin.    Parêzera Atayê Çîgdem Kozanê jî daxwazên ku berê berpêş kiribûn û ji aliyê dadgehê ve hatibûn redkirin car din dubare kir. Kozanê bilêv kir ku darizandina li gor naveroka nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) tê kirin, lê belê ne pêkan e ku ev nûçe bi tena serê xwe wekî delîl bên hesibandin û got ku divê dadgeh bi hêzên herêmî bide teyîtkirin ku ka ev naverokên navborî pêk hatine yan na.   Kozanê destnîşan kir ku dozger û dadgerên ku der barê muwekîla wê de lêpirsîn dane destpêkirin û ew darizandine û dema muwekîla wê parlementer bûye ew bi awayekî nelirê guhdar kirine, paşê derketiye holê ku endamên FETO'yê bûne û got ku divê dadgeh vê yekê eşkere bike.    Paşê Kozanê lîsteya navê dadgerên wekî endamên FETO'yê hatine derpêşkirin xwend.    Dadgehê heya saet 10'ê duşemê navber da danişînê.