Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e 2023-10-13 15:34:31   STENBOL - Berdevkên Hewldana 78’an Celalettîn Can diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe û wiha got: “Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e.”    Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can bi mbebesta piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hate girtin, tev li “Kampanyaya Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar bûbû. Ji ber vê yekê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate darizandin salek û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Can, ji 31’ê tebaxê ve li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin. Can, di 10’ê cotmehê de bi hevjîna xwe Nîmet Tanrikulu re hevdîtin kir.    Tanrikulu, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya hevjînê wê baş nîne û rastî binpêkirinan tê. Di hevdîtinê de Can wiha ji hevjîna xwe re got: “Sepanên ku îzaheta wan a hiqûqî nîne hene. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê û rayedar û peywirdarên girtîgehê ji min re gotin; ‘here qawîşa bêaliyan û ji wir ji her mafan sûd bigire. Nexwe heta cezayê te diqede dê wiha bijî.’ Ez li vir hatime dîlgirtin. Ez Wezareta Dadê hişyar dikim; salek û 3 meh ceza dan min. Dema înfaza cezayî 11 meh û 25 roj in. Ji ber ku di sala 2018’an de 5 mehan girtî mam, cezayê min dikeve bin salekê. Mafê min ê berdana bi kontrola edlî heye lê nadin. Rewşa min a tenduristiyê jî esas bigirin û demek beriya demekî vî mafî bidin. Mafên min weke amûra gefê bi kar neyînin. Heke xetereyeke jiyanî çêbibe, berpirsyar hûn in.”