Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin 2023-10-13 12:30:54   STENBOL - Polîsan bi ser Şaxa PSAKD’ê ya navçeya Sariyerê de girtin. Di serdegirtinên malan ên hemwext hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser Cemxaneya Zeynep Yildirim a Şaxa Komeleya Çand a Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a li Taxa Armûtlû ya li navçeya Sariyer a Stenbolê de girtin. Di serdegirtina ku demekî kes li cemxaneyê neyî hate kirin de deriyê cemxaneyê hate şikandin. Hate ragihandin ku di serdegirtinê de dest danîne ser hin belgeyan.    Li aliyê din polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de rêveberê cemxaneyê Dûrsûn Çîçek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Rêxistinên elewiyan ragihandin ku ji bo serdegirtina polîsan û binçavkirin şermezar bikin dê îro saet 13.00’an de li Cemxaneya Zeynep Yildirim a PSAKD’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.